SÛRETSÛFÊ (CILD 2)

Stok Kodu:
9786054497058
Boyut:
13.5x21 cm
Sayfa Sayısı:
632
Basım Yeri:
Atalay Matbaacılık, Ankara
Baskı:
1
Basım Tarihi:
Mayıs, 2012
Kapak Türü:
Karton Kapak
Kağıt Türü:
Enso Creamy, 60 gr.
Dili:
Kurdî / Kürtçe
%20 indirimli
498,00
398,40
Taksitli fiyat: 9 x 48,69
Temin süresi 2 gündür.
9786054497058
362089
SÛRETSÛFÊ (CILD 2)
SÛRETSÛFÊ (CILD 2)
398.40

Sûretsûfê, cilda II. a hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd; helbest, kurteçîrok, laqirdî û piyesên wî bi xwe digire, yên ku wî di navbera salên 1971 û 1984'an de nivîsîne.

Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv, di 2'yê Sermaweza 1934'an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêwanê ji dayîk bû. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşiyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, tevî Kurdên Êzdî yên din û Ermeniyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, Sîpanê, di sala 1951'ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, di nava xwezaya çiyayên Kurdan ên li aliyê Ermenistanê de derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebiyetbêjekî yekta.

Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv, di 1955'an de, di Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan de dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kir. Heman salê, ku rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, dest pê bû helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar de weşiyan. Wî di sala 1960'î de enstîtu kuta kir. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêwanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kir. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961'ê de hate çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotiya xwe ya di jiyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bû, rojekê girt hemû helbestên xwe yên çap bûyî û çap nebûyî giş şewitandin.

Bi hanedana Heciyê Cindiyê xezûrê xwe, di sala 1963'yan de, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova bû û bi wergera xwe ya bo Kurmancî xelata sêyemîniyê wergirt. Wî di navbera salên 1963 û 1967'an de ji Avedîk Îsahakyan, Lermontov û Shakespeare berhem wergerandine Kurdî, di 1964'an de, pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê hate çapkirin, di 1967'an de jî ya bi navê Lîrîka.

Di 1968'an de, li gundê xwe dest bi mamostetiyê kir. Di sala 1971'ê de, dastana wî, Xewna Mîrmih, li Moskovayê, di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De, bi Rûsî hate weşandin. Di sala 1974'an de bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Dastana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973'yan de hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977'an de çap bû. Du dastanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984'an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin. Wî di nava van salan re her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yesenîn û Hovannes Tûmanyan berhem wergerandine Kurdî.

Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl kirine: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, di sala 1987'an de derkete gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris geriya.

Di payîza 1996'an de, çû dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê Fêrîk êdî nexweş bû. Digel pêdagiriya malbatê, çû. Di 28'ê Avrêla 1997'an de, vegeriya Yêrêwanê, mala xwe. Lê nexweşiyê lê giran kir, Fêrîk di 1'ê Gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3'yê Gulana 1997'an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêwana paytextê Ermenistanê kiras guhest û tevî karwanê nemirên Kurd bû. Li ser xwestina wî, Fêrîkê ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî hate veşartin.

Weşanxaneya Lîs, ku bi edîtoriya helbestkar û wergêr Kawa Nemir ve di van salên dawî de dupat dike ku girîng e hemû berhemên bi Kurdî yên hêja yên heyama Sovyetan li jêr pêdaçûn û edîtoriyeke bi hûrgilî ji nû ve û bi rêk û pêkî bêne weşandin, li nik karê weşandina berhemên Ereb Şemo, Heciyê Cindî, Qanatê Kurdo, Eliyê Evdilrehman û Sîras, hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv bi pûtepêdaneke mezintir amadeyî çapê dike û diweşîne. Hêjayî gotinê ye ku ji derçûna Hesretdefterê, cilda pêşîn a hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv û vir ve ye li ba xwendevanên Kurd tiştê ku zelal dibe ew e ku Fêrîkê Ûsiv mezintirîn helbestkar û wergêrê Kurd ê sedsala bîstemîn e û bi derçûna Sûretsûfêyê ve, cilda duyemîn a hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv, dê ev bîr û boçûn ji îro û pê ve hê qewîntir bibe. Çi ku di heyameke dirêj de, ku pirraniya helbestkarên Kurd nekarîne bigihîjine asta poetîk a kûr û dewlemend, Fêrîkê Ûsiv di helbesta xwe ya bi navê Heyveronê de nivîsiye:

Hem ba, hem bende razane kûr kûr,

Lê niza'm bi çi heyr û hesreta dûr –

Vê şeva şêrîn bi heybet dizûkin

Yek seyê şeveder, yek jî dilê min.

Û çawa Heciyê Cindiyê gewre di sala 1984'an de gotî, “… Min Fêrîk hesab kir şaîrê Kurd î mezin”, bê şik û guman Fêrîkê Ûsiv bi sercema berhema xwe ve ‘helbestkarê Kurd î mezin' e û tevî Evdila Goranê gewre di helbestê de ew dengê William Butler Yeatsane yê bi Kurdî ye.

Axess Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 398,40    398,40   
2 207,17    414,34   
3 140,77    422,30   
6 71,71    430,27   
9 48,69    438,24   
Finansbank Kartları
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 398,40    398,40   
2 207,17    414,34   
3 140,77    422,30   
6 71,71    430,27   
9 48,69    438,24   
Bonus Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 398,40    398,40   
2 207,17    414,34   
3 140,77    422,30   
6 71,71    430,27   
9 48,69    438,24   
Paraf Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 398,40    398,40   
2 207,17    414,34   
3 140,77    422,30   
6 71,71    430,27   
9 48,69    438,24   
Maximum Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 398,40    398,40   
2 207,17    414,34   
3 140,77    422,30   
6 71,71    430,27   
9 48,69    438,24   
World Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 398,40    398,40   
2 207,17    414,34   
3 140,77    422,30   
6 71,71    430,27   
9 48,69    438,24   
Diğer Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 398,40    398,40   
2 -    -   
3 -    -   
6 -    -   
9 -    -   
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat