ÎLHAMÎ SÎDAR

Li Misircê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navendî li Misircê xwendiye. Perwerdehîya xwe ya bilind li Zanîngeha Enqereyê di beşa wêjeyê de biriye serî. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê bi Tirkî dest bi nivîsandinê kiriye, piştî salên 2000’î Kurdî hîn bûye û di sala 2011’an de yekem romana wî ya bi Kurmancî Tehma Xwelîyê çap bûye. Di 2013’an de romana xwe ya duyem (Melekler de Ölür ) wergerandiye Kurmancî, di 2015’an de romana wî ya bi Kurmancî ya duyem Xewneke Payîzê û di sala 2021’ê de romana wî ya bi navê Memê Dîn çap bûye. Di 2018’an de Dîwana Melayê Cizîrî latînîze kiriye û bi forma helbestê wergerandiye Tirkî. Berhemên wî yên bi Tirkî hatine çapkirin ev in; Sözlerin Yalazında (helbest, 1999), Bir Cudi Söylencesi (roman, 2003), Alışkın Hüzünler (helbest, 2004), Melekler de Ölür (roman, 2005), Dağlı (roman, 2007), Başka Gökyüzü (roman, 2009), Sadakat  (roman, 2014), Şiirli Dağ (roman, 2016), Masum Saat (helbest, 2017), Gitmediğim Bir Yerde (roman, 2019), Bizi Tüketen Ateş (roman, 2022).

Berhemên Wî Yên Ku Li Weşanxaneya Lîsê Çap Bûne:

Pencere, roman, 2023

Tehma Xwelîyê, roman, 2023

 

ÎLHAMÎ SÎDAR - Yazarın Kitapları

Kapat