MÎRAN JANBAR

Romannûs û çîroknûs. Li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997an de, li Zankoya Dîcleyê, Beşa Matematîkê qedandîye. Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskarîyê re, heta sala 2004an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bûye û di nava gelek komên şanoyê yên curecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kiriye. Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90’î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jîyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û gelekên din de hatine weşandin. Mîran Janbar her wisa bi karê weşangerîyê jî rabûye û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004an de li Amedê hate damezirandin. Janbar niha li Amedê dijî û hewl dide berhemên Honaka Zanistî û Fantastîk li edebîyata Kurdî zêde bike.


Berhemên wî yên çapbûyî:
Ardûda, roman, 2004, Amed, Lîs
Azad, kurteçîroka bo zarokan, 2006, Amed, Lîs
Qolyeya Cécileê, roman, 2012, Amed, Lîs
Kaptanê Mirinê, çîrok, 2019, Amed, Lîs

 

MÎRAN JANBAR - Yazarın Kitapları

Kapat