ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN

Sala 1976’an li Qosera ser bi Mêrdînê ve çêbûye. Piştî lîsansa Ziman û Wêjeya Tirkî (Zanîngeha Dîcleyê, 1997), sê salan li Stenbolê weke mamosteyê Ziman û Wêjeya Tirkî xebitiye. Di ber mamostetiyê re di kovar û rojnameyên mîna Jiyana Rewşen û Azadiya Welat de nivîsandiye û nivîskarî û edîtoriya kovara Pelînê jî kiriye. Serê sala 2001’ê, ji bo xwendina bilind çûye Fransayê û ji wê demê ve ye ku li wira dijî. Îbrahîm Seydo, li Fransayê, bi lêkolîna xwe ya li ser Victor Hugo ve mastera Wêjeya Fransî  (Zanîngeha Sorbona Nû, 2003) û bi lêkolîna xwe ya li ser Demnasiyê jî doktoraya Zimannasiyê  (Zanîngeha Rouenê, 2006) wergirtiye. Ji ber ku mijara lêkolîna wî ya doktorayê li ser Demnasiya Zimanê kurdî di Romanên Kurdî de bû, heman salê ji aliyê Lijneya Neteweyî ya Zanîngehên Fransî  (CNU) ve him di warê Zimannasiyê de û him jî di warê Ziman û Wêjeya Kurdî de destûra alîkariya doçentiyê wergirtiye. Îbrahîm Seydo ji sala 2007’an ve ye ku li Zanîngeha INALCO’yê (bi fransî kurteya Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilatî), weke berpirsê kurmancî dixebite û di warê kurmancî de dersên Rêzimana Kurdî, Çapemeniya Kurdî, Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî dide. INALCO’ya ku di nava civata me de weke Sorbon tê naskirin, di dîroka lêkolînên zimanê kurdî de xwedan cîhekî taybetî ye; lewre, li Ewropayê yekem dezgeha zanistî û akademîk e ku ji sala 1948’an ve ye ku weke beş cîh daye zimanê kurdî. Ev dezgeha ku dîroka wê heta bi 1669’an ve diçe, pêşî dibistana zimanan bûye, paşê, sala 1971’ê, bi navê xwe yê nuha ve û weke enstîtuyekê bi Zanîngeha Sorbona Nû ve hatiye girêdan; lê belê, ji 1985’an û bi şûn ve jî statuya zanîngeheke serbixwe bi dest ve xistiye û jê veqetiyaye. Ji ber vê dîroka xwe ya bi Sorbonê re, navê beşê kurdî yê INALCO’yê tim weke  “beşê kurdî yê Zanîngeha Sorbonê” belav bûye. Îroj, şagirtên kurd dikarin li wira him lîsans û him jî master û doktorayê di warê kurdolojiyê de bikin. Kesên mîna Roger Lescot, Kamûran Bedirxan, Joyce Blau, Michael Chyet, Christine Allison û Helkewt Hekîm di wî beşê kurdî de mamostetî kiriye. Îbrahîm Seydo ji sala 2011’an ve ye ku herweha endamê hilbijartî yê Lijneya Neteweyî ya Zanîngehên Fransî ye (CNU-15, şaxê ziman, wêje û şaristaniyên rojhilatî) û herweha xwediyê sê berhemên din e jî ku bi kurdî hatine çapkirin: Reş û Spî (roman, 1999, Doz), Leyla Fîgaro (roman, 2003, Mîr), Hezkiriya Xwedê (çîrok, 2005, Belkî).

ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN - Yazarın Kitapları

Kapat