CELADET ALÎ BEDIR-XAN

Celadet Alî Bedir-Xan  di sala 1897an de li Stenbolê hatiye dinê. Lê belê li gorî hin çavkaniyan, ew di mêjûya 26.04.1893yan de çêbûye. Celadet Bedirxanê kurê Emîn Alî Bedirxan, ji malbata Ezîzan e. Wî xwendina xwe ya destpêkê û ya navîn li Stenbolê kuta kiriye. Di xortaniya xwe de di nav tevgera “Tirkên Ciwan” de li dijî Împaratoriya Osmanî têkoşiyaye. Piştre malbata wî bi destê Sultan Abdulhamît hatiye koçberkirin û li Yemenê cîwar bûne. Piştî têkçûna Sultan Abdulhamît, Celadet di sala 1908an de vegeriyaye Tirkiyeyê û di şerê cîhanê yê yekemîn de bi nîşana serbaztiyê li eniya Qefqasê cih girtiye.

Piştî biserketina şoreşa Mustafa Kemal, di sala 1922yan de dardakirina Emîn Alî Bedirxan û her sê kurên wî hatiye fermankirin. Li ser vê tawanê bavê Celadet û birayê wî Sureya, çûne Misirê, Celadet û birayê xwe Kamiran jî berê xwe dane Elmanyayê. Li Elmanyayê xwendina bilind domandiye û bi kutakirina beşa Hiqûqê doktoraya xwe wergirtiye. Ew di sala 1925an de çûye Misirê. Demeke kurt li Misirê mayê û ji wir jî çûye Libnanê. Heta mêjûya 25.08.1930î li wir maye û piştre çûye Şamê, li wir bi cih bûye.

Ligel ku wî bi zimanên Îngilîzî, Frensî, Elmanî, Tirkî, Yewnanî, Erebî û Farisî dizanibû jî, bêhtir bala xwe daye ser zimanê kurdî û  li Şamê dest bi derxistina Kovara Hawarê kiriye. Jê û pê ve bi dehan pirtûkên li ser kurd, kurdî û kurdîtiyê nivîsandiye û bi birayê xwe, Kamiran Bedirxan re Kovara Ronahî derxistiye.

Mîr Celadet Alî Bedir-Xan di mêjûya 15.07.1951ê de li nêzî Şamê, li gundê Hêcanê çûye ser dilovaniya xwe.

CELADET ALÎ BEDIR-XAN - Yazarın Kitapları

Kapat