ÎBRAHÎM EHMED

Îbrahîm Ehmed Fetah Mistefa • parêzer, sîyasetmedar, rojnamevan, helbestvan û çîroknivîsê Kurd e. Di 6’ê Adara 1914’an de li bajarê Silêmanîyê ji dayîk bûye û di 8’ê Avrêla 2000’î de li Londonê koça dawî kiriye. Di sala 1937’an de li Bexdayê Koleja mafnasîyê qedandiye.

Ew organîzatorê xwepêşandana 6’ê Rezbera sala 1930’yî li ber seraya Silêmanîyê bû, ku ji bo dabînkirina mafên Kurdan li hemberî necîbicîkirina sozên ku Neteweyên Yekbûyî, Brîtanya û hikûmeta Iraqê dabûn piştî tevlêkirina wîlayeta Mûsilê bi Iraqê ve, hat lidarxistin.

Berî qedandina zanîngeha Bexdayê di sala 1937’an de, pirtûka El-Ekrad we’l-Ereb bi zimanê Erebî nivîsî, ku bi alîkarîya çend xortên Kurd li Şahnişîna Iraqê hat çapkirin. Pirtûk bû sedema gelek gengeşeyan, paşê pirtûk hat qedexekirin û Îbrahîm Ehmed hat dadgehkirin.

Di sala 1944’an de li Silêmanîyê şaxê Komeleya (JK) a Kurdistana Iraqê damezirand û wekî serokê wê şaxê hat hilbijartin. Di sala 1947’an de tevî Partîyê bûye û serokatîya şaxê Silêmanîyê kir. Têkilîya wî rasterast bi Pêşewa Qazî Mihemed re hebû.

Di sala 1939’an de, wî muhleta kovara Gelawêj wergirt, ku ji Berfanbara sala 1939’an heta Tebaxa sala 1949’an 116 hejmar di 99 cildan de weşand. Di sala 1942’yan de li Hewlêrê wekî hakim hati tayînkirin û paşê ji bo Koyê û Helebceyê hatiye veguhestin.

Di Tebaxa sala 1944’an de ji ber kovara Gelawêjê ew hakimîyê terk dike û vedigere Silêmanîyê û karê parêzerîyê dike. Ji 17’ê Avrêla 1949’an heta 14’ê Adara 1951’ê di zindanê de maye. Ji ber ku xwedîyê kovarê mehkûm e, ji loma kovar hat rawestandin. Di salên ku têkoşîna sîyasî hiştiye ku mafnasîyê bike, çînên bindest parastiye. Wê xebata sivîl hiştiye ku ew rastî kêşeyan bibe û di şeva 20-21’ê Berfanbara 1953’yan de rastî gulebaranê hatiye û bi giranî birîndar bûye.

Di Adara sala 1953’yan de li Bexdayê beşdarî kongreya duyemîn a Partîyê dibe. Di kongreya sêyemîn a Partîyê de ku di 26-27’ê Berfanbara 1953’yan de li Kerkûkê hatibû lidarxistin, navê partîyê guhert û rêbaz û bernameyeke nû ya çepgir a pêşverû amade kir. Herweha pêşnîyara damezirandina Yekîtîya Xwendevan, Ciwan û Jinên Kurdistanê kiriye ku her sê jî bi serpereştîya Îbrahîm Ehmed hatine damezirandin. Li ser pêşnîyara wî, cara yekem çend xwendekarên Kurd bi serokatîya Mam Celal di sala 1957’an de li Moskovayê ji bo festîvala cîhanî ya xort û xwendekaran hatin şandin û yek ji wan karên wan jî pêwendîya bi Mela Mistefa Barzanî re bû. Herweha dema ku sekreterê Partîyê bû, ji bo xwendinê û dîtina kesên Kurd û çepgir çend endamên Partîyê şandine Tirkîyeyê. Wî hevdîtin di navbera Mela Mistefa Barzanî û Cemal Ebdulnasir de bi rêk xistiye.

Di sala 1956’an de baskên Partîyê hatin yekkirin û Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Yekgirtû hat damezirandin. Di sala 1957’an de hewl da ku serdana Cemal Ebdulnasir bike. Di 16’ê Tîrmeha 1958’an de Komîteya Navendî ya Partîyê li hev civîya û ji bo piştgirîya Şoreşa 14’ê Tîrmehê daxuyanîyek da. Ji bo yekkirina mafên gelê Kurd di destûra demkî ya Iraqê de. Di 27’ê Tîrmeha 1958’an de bi serokatîya Îbrahîm û nûnerên bajarên Kurdistanê serdana Bexdayê hatiye kirin. Wan hewl da ku otonomîyê di destûra demkî de bi cih bike, lê tenê xala “Kurd û Ereb – hevbeş in di welat de” di destûrê de cih girt.

Wî îmtîyaza rojnameya Xebat wergirt û hejmara wê ya yekem di 4’ê Avrêla 1959’an de derket, ku rojnameyeke rojane û bi tîrajeke fireh belav bû. Wî piranîya sergotaran di rojnameyê de dinivîsand û çavdêrîya hemû beşên wê kir. Bi destpêşxerî û hewldana Mamoste Îbrahîm bû ku çapxane ji bo wê rojnameyê hat peydakirin. Paşê ew îmtîyaz wê da Partîyê û paşê îmtîyaza rojnameya Kurdistan ku Mam Celal Talebanî sernivîserê wê bûye û bi tenê pênc hejmar jê belav bûn.

Di gelek qonaxên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê de, hewl daye ku bi rêya xebata medenî pirsgirêkan çareser bike û li hemberî hewlên şovenîstan raweste û mafên Kurdan di destûra Iraqê de bi cih bike. Piştî ku di benda duyem a destûra demkî ya Iraqê de hatiye, ku “Iraq beşek e ji netewa Ereb”, Îbrahîm Ehmed gotarek bi sernivîsa “Gelê Kurd û Madeya Duyem a Destûrê” di hejmara 339’an a roja 19’ê Kewçêra 1960’î û paşê jî, gotareke din bi sernivîsa “Gelê Kurd û Madeya Sêyem a Destûrê”, di hejmara 340. a roja 20’ê Kewçêra 1960’î a rojnameya Xebatê de belav kiriye, ku bersiva gotareke  rojnameya El-Sewra pê daye, di gotarê de hatiyenivîsandin ku “Beşê Erebî yê Iraqê, beşek in ji netewa Ereb û Kurdên Iraqê jî, beşek in ji netewa Kurd”. Li ser yekemîn mijar û bi behaneya ku gotar bangeşe ye ji bo afirandina duberekîyê û li dijî deqê Benda Çarem a Madeya 21. a Mersûma Çapemenîyê ya hejmar 24’an a sala 1954’an e, mamoste hatiye şandin ji bo dadgeha urfî ya leşkerî ya duduyan. Roja 27’ê Sermaweza 1960’î rûniştina yekem a dadgeha urfî bi rê ve çûye û piştî çend rûniştinên dadgehê, roja 11’ê Berfanbara 1960’î ew dosye hatiye çareserkirin.

Wekî serkirdeyekî xebata çîyayî, beşdarî di Şoreşa Rezbera 1961’ê de kiriye, heta 1964’an, ku bi navê “Balê Mekteba Sîyasî” ve ji Partîyê veqetîyane. Nakokî heta 1970’yî berdewam bûye û paşê vegerîyane nav Partîyê, lê wekî pêwîst dan û stendin bi wan re nehatiye kirin.

Piştî 1975’an, li Londonê bi cih bûye û çalakîyên deh salên dawî yên jîyana xwe, ji bo tevahîya Kurdistanê terxan kiriye. Li Londonê kovara Çirîkeya Kurdistanê derxistiye, ku ji Tîrmeh û Tebaxa 1979’an heta Rezbera 1985’an neh hejmar bi zimanê Kurdî û ji Pûşpera 1981’ê heta Tebaxa 1986’an pênc hejmar bi zimanê Erebî jê derketine. Sala 1996’an hevpeyvîneke dirêj bi Abdullah Ocalan re li Sûrîyê ji bo rêxistinê hatiye kirin û Tîrmeha 1997’an bi zimanê Tirkî di rojnama Serxwebûnê de hatiye belavkirin, paşê bûye pirtûk û çend caran hatiye çapkirin.

Di 18 salîya xwe de di rojnameya Jîyanê de nivîs belav kiriye. Yekem komele çîroka wî bi navê Kwêrewerî sala 1959’an li Bexdayê hatiye çapkirin. Yekem çapa romana Jana Gel sala 1973’yan li Silêmanîyê hatiye çapkirin. Dirk û Gul - beşê yekem û duyem ê çîrokeke dirêj, yekem çapa wê sala 1992’yan li Stockholmê/Swêdê hatiye çapkirin. Sala 2001’ê jî wekî roman û weşana Navenda Çapemenî û Ragihandina Xakê hatiye çapkirin, beşê sêyem ê vê romanê her Navenda Çapemenî û Ragihandina Xakê sala 2003’yan çap kiriye û sala 2006’an jî beşê yekem ê romana Herzekarî belav kiriye. Rêxistina Îbrahîm Ehmed sala 2022’yan hemû berhemên wî di 15 pirtûkan de belav kirine, ku hin ji wan cara yekem tên belavkirin.

Rêxistina Îbrahîm Ehmed di sala 2001’ê de hatiye damezirandin û salane “Xelata Zêrîn a Bile”, ku kurtekirina navê wî ye, pêşkêşî kesayetîyên dîyar û serkeftî dike, ku heta niha xelat pêşkêşî dehan kesayetîyên dîyar û dilsoz ên Kurd û Kurdistanê kiriye.

Lîs / Îbrahîm Ehmed

Jana Gel, roman (2007, 2019)

Kurd û Ereb, dîrok (2025)

Kürtler ve Araplar, dîrok (2025)

 

ÎBRAHÎM EHMED - Yazarın Kitapları

Kapat