ROALD DAHL

Roald Dahl di sala 1916an de li Walesan ji malbateke Norvecî re çêbû. Beriya ku ew li Efrîqa ji bo Shellê dest bi kar bike li Brîtanyayê perwerdehî wergirt. Ew li RAFê (Royal Air Force/Hêzên Hewayî yên Şer ên Brîtaniyaya Mezin) pîlotiya firokeya şer dike. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbek li sere wî dikeve û piştre ew dest bi nivîsandinê dike. Roald Dahl nivîskarekî wêjeya zarokan ê herî serkeftî ye û ew pir baş tê zanîn. Pirtûkên wî yên ku li hemû cîhanê ji aliyê zarokan ve tên xwendin;

-James and the Giant Peach (James û Xoxa Mezin)

-Charlie and the Chocolate Factory (Charlie û Febrîqeya Çîkolatan)

-The Magic Finger (Tiliya Bisêhr)

-Charlie and the Great Glass Elevator, (Charlie û Asansora Mezin a ji Camê)

- Fantastic Mr Fox (Fox Begê Fantastîk)

-Matilda

-The Twits (Kawik)

-The BFG and The Witches (BFG û Efsûnger),

Wî di sala 1983an de Xelata Whitbreatê wergirtiye.

 

Roald Dahl di 74 saliya xwe de, sala 1990î çû ser dilovaniya xwe. Ew nivîsandina pirtûka xwe ya Charlie û Febrîqeya Çîkolatan a herî bi zehmet dibîne. Di pêşnûmeya ewil a vê çîrokê de 15 zarokên nehs û xerab hebûn. Biraziyê wî Nicholas çîrokê dixwînê û naecibîne û dibêje: “Çîrok nexweş e û mirov aciz dike.” Piştî van gotinan Dahl têgihîşt ku divê çîrokê ji serî ve binivîse! Fikira nivîsandina çîroka Charlie ji wan rojên ku Roald Dahl li dibistanê dixwend dihat. Ew û hevalên xwe yên polê carinan bi hev re diçûn cem Cadbury ku qetikên çîkolatayên nû hatine dahênan tehm bikin. Wî her dem xeyal dikir ku rojekê qetikê çîkolataya xwe ya navdar ku ew ê rojekê dahênene û Cadbury Begê dê pesnê wî bi vê bide.

 

Ev rêgez a Dahl e ku her dem pê re dijî:

Finda min li her du aliyan vêketiye

Ew ê ne dawiya şevê be

Lê ax dost û dijminên mino

Ma çiqas xweşik roniyê didin.

ROALD DAHL - Yazarın Kitapları

Kapat