(1930-1995), li Şişli Terakkî Lisesîyê û li Zanîngeha Stenbolê di Fakulteya Edebîyatê Beşa Felsefeyê de xwend. Di Gerînendetîya Giştî ya Çapemenî- Weşan û Turîzmê û di Beşa Weşanên Derveyî ya Radyoya Enqereyê de kar kir. Di salên 1963-64’an de, bi bursa Rockfellerê li gelek welatên Ewropayê ma. Di sala 1974’an de li Zanîngeha Hacettepeyê wekî dersdar kar kir. Nivîsa wî ya yekem di sala 1950’yî de, çîroka wî ya yekem jî di sala 1952’yan de, di kovara Seçilmiş Hikayeler de hatin weşandin. Bilge Karasu, di sala 1963’yan de, ji ber wergerandina bo Tirkî ya pirtûka bi navê The Man Who Died/Mêrikê Mirî ya D. H. Lawrence Xelata Wergerê ya Türk Dil Kurumu/Sazîya Zimanê Tirkî, di sala 1971’ê de bi pirtûka xwe ya bi navê Uzun Sürmüş Bir Günün Akşamı/Şeva Roja Dirêj Ajotî Xelata Çîrokan a Sait Faik, di sala 1991’ê de bi pirtûka xwe ya bi navê Gece/Şev Xelata Pegasusê û di sala 1994’an de jî bi pirtûka xwe ya bi navê Ne Kitapsız Ne Kedisiz/Ne Bêpirtûk Ne Bêpisîk Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavi Vakfı wergirt. Koleksîyona Bilge Karasu bi tevayî ji dozdeh pirtûkan pêk tê ku piştî mirina wî bi şeş mehan, pirtûkên wî yên bi navê Altı Ay Bir Güz/Şeş Meh û Payîzek (1996), Lağımlaranası ya da Beyoğlu /Dayika Lexeman (1999) ku ji alî Füsun Akatlıyê ve wekî pirtûk hatin amadekirin, Deqên Dîtir (1999) û Bêdengmayî (2009) ku ji alîyê Serdar Soydan ve wekî pirtûk hatin amadekirin. Pirtûka bi navê Bilge Karasu Di Nava Me De Ye (1997) jî, ji wan nivîsaran pêk tê ku li ser jîyan û wêjekarîya wî û têkilîyên wî yên bi hogirên xwe re ne.

Berhemên wê ên din jî ev in:

Troya’da Ölüm Vardı/Lı Troyayê Mirin Hebû (1963),

Göçmüş Kediler Bahçesi/Baxçê Pisîkên Koçkirî (1979),

Kısmet Büfesi/Bufeya Qismetê (1982),

Kılavuz/Rêber (1990),

Narla İncire Gazel/Xezel Li Ser Hinar û Hêjîrê (1995)

BİLGE KARASU - Yazarın kitapları

1
Kapat