SÛRETÊ VEGOTINÊ Li Ser Erka Wêjeyê û Teknîkên Roman û Vegotinê
Mirov romanekê dinivîsîne ji bo ku kesên din bixwînin. Lê roman ne bi tenê çîrok û naverok e, ne jî tenê form û teknîk e; hêza berhemeke wêjeyî di hevgirtina ziman, naverok, teşe, raman, leheng, avahî, tevn û teknîkên vegotinê de derdikeve holê. Roman di têkilîya van hêmanan û di danûstendina navbera nivîskar, vebêjer, metn û xwendevan de dibe cîhaneke zindî.
Îbrahîm Seydo Aydogan, ku nêzî sîh salan li ser ziman, wêje û bi taybetî romana Kurdî xebitîye, di Sûretê Vegotinê de bi têgeha “sûretê vegotinê” çarçoveyeke teorîk a xweser ava dike û dipirse: Çi dike ku çîrokek bibe berhemeke wêjeyî û di vê pêvajoya afirandinê de têkilîya nivîskar, vebêjer, metn û xwendevanan çawa tê avakirin?
Bi danberhevkirina teorîyên nûjen ên vegotinê û tecrubeya romana cîhanî, pirtûk ji Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan heta Erebê Şemo, Mehmed Uzun û romannivîsên hemdem, wêjeya Kurdî ji nû ve dixwîne û ji bo rexne, nirxandin û afirandina wêjeyî zemîneke teorîk û pîvanên nû ava dike.
Sûretê Vegotinê ji bo têgihaştina wêjeya Kurdî ya ku hatiye nivîsandin çarçoveyeke nû pêşkêş dike û berê wêjeya Kurdî ya ku hê dê were nivîsandin jî ronî dike.

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 320,00 | 320,00 |