Wefayî, Ebdulrehîmê kurê Mela Xefûr kurê Mela Mîrza Nesrullah, ji binemala Ebdulrehman Beg tê û ji Kurmancên Mukiryan e. Ew di sala 1844‘an de li Sablaxê ku îro wekî Mahabad tê nasîn ji dayîk bûye. Li gorî agahîyên vekoleran ew di sala 1902‘yan de di rêya vegerê de ya ji Hecê bi sedeme nexweşîyeke nedîyar wefat dike û di navbera Hîcaz û Şamê de tê binaxkirin. Wefayî di dema feqîtîyê de li gelek medrese û hucreyên li deverên cuda jîyana xwe borandiye, xwendina xwe ya melatîyê temam kiriye lê belê melatî nekiriye. Di sala 1866‘an de Wefayî berê xwe dide takeya terîqeta neqşî ya li Nehrê û dibe murid, razgir û emîndarê Şêx Ubeydullah. Şêx Ubeydullahê Nehrê ji bo rêzgirtina bi ilm û zanîna wî re navê „Mîrza“ li Wefayî zêde dike. Wefayî ji hêla hunermend, stranbêj û goranîbêjan ve jî bi navê „Bulbulê Kurdistan û Mukiryan“ hatiye binavkirin û helbestên wî bûnestran û goranî li ser zarê dengbêj û hunermendên Başûr û Rojhilat. Wefayî bi pêşnîyaza Şêx Ebdulqadirê Nehrê di sala 1895'an de bi navê Tuhfetul Murîdîn (Bîrewerîyakanî Wefayî) bîranînên xwe yên derheqê binemala Nehrîyan û Şoreşa Şêx Ubeydullah dinivîse. Ev berhema ku kitêbeke têkel a pexşan û menzûm e li Başûr û Rojhilat hatiye çapkirin, du çapên wê Kurdî ne û çapek jî wekî orîjinala xwe bi Farisî ye. Wefayî xwedî du dîwanên helbestan e, ku ji van yek bi Kurdî ye û ya duyem jî hinekî biçûktir e û bi zimanê Farisî ye. Destxeteke Wefayî jî heye ku bi navê Gulzara Buhara Şemzînan li ber çapê ye.
Lîs / Wefayî
Dîwan, helbest (2026)
Dîwan, helbest (2026)