SALIH AGIR QOSERÎ

Di sala 1993'an de çûye Swêdê û li wê der bi cih bûye. Li Zanîngeha Gävleyê demekê ziman û wêjeya Îngîlîzî xwendiye, piştre beşa Medya-Komînîkasyonê û beşa Zanyarîya Kulturê qedandiye. Li Swêdê, li şaredarîya bajarê Gävleyê tercumanî û wergêrîya Kurdî-Swêdî, li heman bajarî mamostetîya Îngîlîzî, Swêdî û Zanyarîya Civakî kiriye. Di sala 2010’an de, wî jî weke xwendekarekî ji yên destpêkê li Zanîngeha Artukluyê perwerdehîya Wanebêjîya Kurdî wergirtiye. Piştre jî li heman zanîngehê di Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind xwendiye û dersên Kurdî û Îngîlîzî dane.

Xebatên wî

Werger

- Ji Vîttulayê Muzîka Populer, Mikael Niemi, roman, ji Swêdî (li gel Mizgîn Bîngol), Lîs, 2009.

- Rêya Bêveger, Hasan Bildirici, roman, ji Tirkî, Lîs, 2014.

- Çewlîka Heywanan, George Orwell, roman, ji Îngîlîzî, Lîs, 2015.

- Hezar û Neh Sed û Heştê û Çar, George Orwell, roman, ji Îngîlîzî, Lîs, 2015.

- Kallocain, Karin Boye, ji Swêdî, roman, ji Swêdî, Lîs, 2018.

Pirtûk

- “Hedersmord” Li Swêdê “Kuştina Namûsî” Li Kurdistanê, Lêkolîn, Lîs 2018

 

 

 

 

SALIH AGIR QOSERÎ - Yazarın Kitapları

Kapat