DILAWER ZERAQ

Di sala 1965'an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkariya biwêjên Kurdî dike jî, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Zeraq, di navbera salên 2008 û 2010an de, di rojnameya rojane Azadiya Welat de, nivîsên bi naverokên wêje û çandê nivîsîn. Nivîskar du sal (2004-2006) redaktorî û edîtoriya kovara çandî, hunerî û wêjeyî a Kovara W’yê kirin. Zeraq,  berhemên wêjeyî ên bi Tirkî werdigerîne Kurdî.

Berhemên wî:

Kakil, Çîrok, Çapa Yekem: Weşanên Sî, 2002, Stenbol, Çapa Duyem: Weşanên Lîs, 2017, Diyarbekir

Bişirîna Şermînî, Çîrok, Çapa Yekem: Weşanên Aram, 2003,  Stenbol, Çapa Duyem: Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir

Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, (Seyîneya Winda, 1): Roman,  Çapa Yekem: Weşanên Lîs, 2005, Diyarbekir, Çapa Duyem: Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir

Çilkên Pênûsê, Çîrok, Weşanên Lîs, 2009, Diyarbekir

Mirina Bêsî (Seyîneya Winda, 2): Roman, Weşanên Lîs, 2011,  Diyarbekir

Nexşên Li Giyan (Seyîneya Winda, 3): Roman, Weşanên Lîs,  2014, Diyarbekir

Rajena Kurdî (Nivîsarên Libarey Ziman û Wêjeyê), Rexne û Analîz. Weşanên Lîs, 2014, Diyarbekir

Ferhenga Biwêjan (Deyimler Sözlüğü) (Türkçe-Kürtçe):  Ferheng, Çapa Yekem: Weşanên Enstituya Kurdî a Stenbolê,

2005, Stenbol, Çapa duyem: Weşanên Lîs, 2015, Diyarbekir

Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Tirkî), Ferheng (Weşanên Lîs, 2016,  Diyarbekir)

Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Kurdî), Ferheng (Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir)

Ferhenga Têrmên Matematîkê, (Kürtçe Matematik Terimleri Sözlüğü)- Dilawer Zeraq- Mem Wenda: Ferheng (Weşanên Lîs,

2015, Diyarbekir)

Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De, (Analîza Sosyolojîya Wêje û Zimên) Weşanên Lîs, 2017, Diyarbekir

Bêhna Dara Sincê, Roman, Weşanên Lîs, 2018, Diyarbekir

Wergerên wî ên ji Tirkî:

Ejdehayê Sêserî, Leyla Erbil, Bijareya çîrokan, Weşanên Lîs,  2007, Diyarbekir

Jiyana Li Madridê, Oya Baydar, Bijareya çîrokan, Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Gelaciyên Bajarê Nû, Müge İplikçi, Bijareya çîrokan,  Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir, Jaklin Çelik, Bijareya çîrokan,  Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Şahiya Hêrsê, Jaklin Çelik, Roman, Weşanên Lîs, 2012, Diyarbekir

Bêsîber, H. Ali Toptaş, Roman Weşanên Lîs, 2019, Diyarbekir 

Şaşîtîya Keşîş A Kuşînde, Roman, Fesih Taşlı, Weşanên Lîs, 2019, Diyarbekir

Rêwîtîya Berpêyî Bêdawîtîyê, Ciwan Serwer, Helbest, Weşanên Lîs, 2019, Diyarbekir

Ruhê Xwebûnê, Wêje Rexne, Weşan3en Lîs, 2021, Amed

 

 

DILAWER ZERAQ - Yazarın Kitapları

Kapat