SAMÎ HÊZIL

Nivîskar û wergêr. Di sala 1975’an de li gundê Setmanisê yê Wanê ji dayîk bû. Samî Hêzil di sala 1999’an de Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî ya Zankoya Yüzüncü Yılê ya Wanê kuta kir. Hêzil ji salên 2000’an û vir ve ye ji zimanê Îngilîzî helbest, roman, kurteçîrokan û berhemên zanistî werdigerîne Kurdî. Di kovarên wêjeyî û zanistî yên wek Jiyana Rewşen, Zend, W û Tabularasayê de nivîs û wergerên wî hatine weşandin. Li sazîya Kurdî-Der’ê Şaxa Wanê dersên wêjeya Kurdî dide. Beşdarî panel, konferans û komxebatên der barê ziman û wêjeya Kurdî de bûye. Bi Kurdî kurteçîrokan û berhemên lêkolînî dinivîse. Hêzil bavê keçekê ye û li Wanê dijî.

Berhemên wî:

Werger:

Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, roman, Weşanên Lîs, 2010

 

 

 

SAMÎ HÊZIL - Yazarın Kitapları

Kapat