Berhema Wergera Edebî Di Kurdî De lêkolîneke zanistî ya der barê wergera edebî ya Kurdî de ye. Berhem cih dide mijarên wekî paşxaneya dîrokî ya wergerê, biwarê wergernasîyê, teorî û têgihên wergernasîyê, wergera edebîyatê û taybetîyên wergera cureyên edebî. Nivîskar armanc dike ku der barê teorî, model û têgihên wergernasîyê û paşxaneya dîrokî ya wergerê de û der barê wergera Kurdî de lêkolîneke giştî jî pêşkêş bike.
Nivîskar Sami Çeliktaş di berhema xwe de bi modeleke teorîk dahûrandina tekstên werger ên Îngilîzî-Kurdî dike û asta edebîtîyê ya wan wergeran destnîşan dike. Ev xebat hem dibe gavek ji bo lêkolîna wergerê ya di çarçoveyeke teorîk de, hem jî xebateke sepandinî ye ku li dora modela Christiane Nordê ya bi navê Analîza Tekstê ya navend-werger nimûneyên tekstên wergerê analîz û rexne dike.