GEORGE ORWELL

Di 1903’yan de li Hindistanê, li bajarê Bengalê çêbûye û di 1950’yî de, li Londrayê miriye. Bi taybetî bi romanên xwe yên bi navê Çewlika Heywanan û Hezar û Neh Sed û Heştê û Çar, wekî nivîskarekî Îngilîz, li temama cîhanê tê naskirin. Di jîyana xwe de, ji fermanberîya teşkîlata polîsan heta mamostetîyê gelek karên cuda kiriye. Di gel jina xwe tev li şerê navxweyî yê Spanyayê bûye, di nav refên marksîstan de li dijî Franco şer kiriye. Bîrhatîyên xwe yên Spanyayê di pirtûkeke bi navê “Homage to Catalonia” de vedibêje. Her weha pirtûka wî ya bi navê “Down and Out in Paris and London” jî ji kanîya geştûger û dîtinên wî yên takekesî pêk tên. Ji bilî romana xwe Çewlika Heywanan, bi romaneke xwe ya din a mezin, ‘1984’, ku halûmercên rejîmên totalîter vedibêje jî nav û dengê wî belav dibe. George Orwellê ku di seranserê jîyana wî de nexweşî paxila wî bernadin, di sala 1950’yî de bi êşa zirav diçe.

 

GEORGE ORWELL - Yazarın Kitapları

Kapat