Di sala 1974’an li Batmanê hatiye dinyayê. Li beşên Rêveberîya Giştî, Civaknasî û Felsefeyê lîsans, li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê lîsansa bilind qedandiye. Li ÎFSAK û Navenda Hunerê ya Lotus a Stenbolê tev li perwerdehîya fotografgerîyê bû. Bi projeyên xwe di sala 2011’an de Xelata Kûpaya Şinasi Barutçu ya 25. qezenc kir. Bi fotografên xwe di qada netewî û navnetewî de bû xwedîyê zêdeyî çarsed xelat, mansîyon û pîleyî. Di gelek pêşangehên têkel ên neteweyî û navnetewî de cih girt. Fotografên wî di gelek rojname, kovar û katalogan de hat weşandin. Di sala 2014’an de bû xwedî payeya AFIAP-Artist FIAP (Hunermendê Fotografkêş ê Navnetewî) ya Federasyona Fotografkêşan a Navnetewî û di sala 2016’an de jî bû xewdî payeya EFIAP Excellence FIAP tekûzî. Di koleksîyona Federasyona Fotografkêşî ya Navnetewî (FIAP) de fotografên wî hene. Di Navbera Du Banerman De romana wî ya pêşîn e.