(1894–1963) nivîskar û fîlozofekî Îngilîz e, ku bi taybetî bi romana xwe ya dîstopîk a Cîhana Nû ya Xweş (Brave New World) navdar e. Huxley li Brîtanya, li bajarê Godalmingê wekî kurekî malbateke zana û navdar çêbûye. Kalikê wî Thomas Henry Huxley bîyologekî navdar e û di xebatên Darwîn ên ewrîmê de alîkarîya Darwîn kiriye. Aldous Huxley di zaroktîya xwe de nexweşîyeke giran derbas kiriye û çavên çavên wî qels bûne, lê dîsa jî li Zanîngeha Oxfordê xwendina xwe ya Ziman û Edebîyata Îngîlîzî temam kiriye. Di jîyana xwe ya nivîskarîyê de, gelek çîrok, roman, helbest û gotarên felsefîk nivîsîye. Di nav berhemên wî de ya herî navdar romana Cîhana Nû Ya Xweş e. Vê romanê bi wergera xwe ya zêdeyî 60 zimanan, li cîhanê di nav wergerên herî pir de cîyê xwe girtiye. Di dawîya jîyana xwe de, Huxley çûye Kalîfornîya, li wir li ser felsefeya rojhilatî, mîstîsîzm û pirsên hişmendîyê xebitîye. Huxley di 22’yê Mijdara 1963’an de miriye ku di heman rojê de John F. Kennedy jî bi sûîkastekê hatiye kuştin. Mirina Huxley di sîya vê sûîkastê dimîne û zêde di medya û di rojevê de cî negirtiye.