ey bîyaban bilindtir bike
bena navbera xwe û gerdûnê
navbera xwe û xwe
navbera xwe û wan
Mîna Acer di Bîyabanê de xwendevanan di nav kûrahîya hestên mirovahîyê de vedixwîne rêwîtîyeke lîrîk û me dibe nav bîyabaneke hundirîn û li wir li şopa hestên wekî keser, bendewarî, wêranî û evînê digerîne.
Helbest hin caran di nav atmosfereke tarî û bêhêvî re derbas dibin. Lê hêvîya hatina mêvanekî ku wê bibe qîbleya dilan, wekî dilopeke jîyanê dibiriqe û dibe çirûskeke ku rêya xwendevanan di nav cîhana pirtûkê de ronî dike.
Bîyaban vexwendinek e ji bo geryana li nav erdnîgarîya dilê mirov ku li wir, di nav lemên herî çilmisî de jî, hêvîya şînbûna “bexçeyekî kêfxweş” her dem zindî ye.