Salên 90’î. Piştî derbeya eskerî a Îlona sala 80’yî. Li Bakurê Kurdistanê. Ligel şerê taybet, meşandina şerê qirêj, li pêş çavan desteserkirin û şopwindakirina Kurdan. Rêxistinên tarî û kujerên ji kûrahîya dojehê hatî. Salên bi seqaya tirs û xofa mezin rapêçandî.
Li Amedê, li derdora dersxaneyekê berfirehbûna bûyerine nasyar. Jîyana rojane a Selîm, Wedat, Gulîstan, Perîxan û hinên din çawa nola hemû hemwelatîyên Amedê bi awayekî xwezayî dawîya dawî dibe armanca rêxistinên tarî. Destêwerdana sîxûrên ku yek ji endamên van hêzên tarî ne çawa hêdî hêdî qesta jîyana wan dikin.
Ligel ew qas wêranî, derbiderî, êş û janên giran dilsozîya karakteran bi helbest, roman û çîrokê re.
Îlhamî Sîdar, bi Janê, di vê romana kurt, lê bi derb de, bi zimanê helbestî, hêmayî, bi pênasekirina nivîskar, helbestvan û fîlozofên mezin re awayekî ji awayan xwendevan bi xwe re dibe nava kakilê Janê. Janeke zirav, giran û bi qandî barê dîrokeke ku hatiye qedexekirin biêş.