ÎBRAHÎM XORT

Di sala 1964’an de li Omerîya Mêrdinê, li gundê Mermarê ji dayik bûye. Gava xwendekarê sala dawî yê lîseya mamostetîyê ya Mêrdînê bûye, di sala 1980’yî de ji ber endametîya rêxistinê hatiye girtin û 8 salan di Girtîgeha Amedê de maye. Piştî ji girtîgehê derketiye, ji bo karên çandî di sala 1991’ê de çûye Stenbolê û li vir di avakirina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de cih girtiye. Di nava rêvebirîya NÇM’ê de kar kiriye û bûye berpirsê kovara Rewşenê. Di Rewşen, Azadiya Welat û Axîna Welat de nivîskarî kiriye. Pênc pirtûkên şanoyê yên dramayê yên Yewnanî ji Tirkî wergerandîye Kurmancî. Bi navê Xerîbî û Santrancê kurteşano nivîsîne. Li Tirkiye cara pêşîn di kanalek fermî, di Su Tv de, nûçeyên kurdî pêşkeş kiriye.

ÎBRAHÎM XORT - Yazarın Kitapları

1
Kapat