Gelo serhatîyên rewşenbîr, nivîskar, helbestvan an bi awayekî giştî ramyarên Kurd qeder e an trajedîyên neguherbar in? Nivîskar Tahir Taninha bi awayekî ji awayan dide dû van pirsên dîrokî. Du çîrokên ku di romanê de paralelî hev dimeşin hinekî jî bersivên pirsên jorîn in.
Salên 2015-2019’an wekî salên 1924-1925’an hin dîrokên giring û takêşîn e di bîrdanka civaka Kurd de.
Çîroka di roja me de diqewime, serpêhatîya bextreşîya mamosteyekî ji kar hatiye avêtin û çîroka di dema damezrandina Komara Tirkîyeyê ye; serhildanên Kurdan jî dixe nava xwe û dibe wekî rûpelên ji dîroka nêz a Kurdistanê û wekî paşxane tên dayîn.
Tahir Taninha, di Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr de, xwendevan bi heman pirsa dîrokî re, ya ku hîn jî tevî êşa xwe teze ye, rûbirûyî dike. Gelo pêkan e ku qeder an trajedî were guhertin?