buonasera delalê
ji araqa herî biçûk piçek bahoz û felaket
min zebeş jî kir paşila xwe
penêrê qerejdaxê jî heye
bila êvar bi ser te ve neçe
hê em ê herin daweta mitriban
Felaket im, ne zimanê keder û qederê ye, lê zimanê serîhildanê û sewdayê ye. Di nav kolanên bajaran de, di nav şewateke bêbav de zîl daye û bi şikl û awaza xwe dertê hemberî her dilî û her hişî. Her helbestê, xwe bi helbesta piştî xwe temam kiriye. Gava helbest bi dawî dibin, tiştê ku tê ser zar û ziman, ar û agir e.
Çayan Okuduci, bi awaz û nêzikatîya xwe, cihê xwe dîyar dike û dibe; “Ez li vir im.”