KURDISTANA ŞÊX U MIRÎDAN Dîroka Sîyasî ya Neqişbendîtîya Kurdî
Kurdistana Şêx û Mirîdan (Dîroka Sîyasî ya Neqişbendîtîya Kurdî) balê dibe ser Terîqeta Neqişbendî û veguhertinên wê yên sîyasî di nava du sedsalan (1800-2000) de. Giranîyê dide dewrên cuda yên Neqişbendîtîyê; ji qonaxa damezirandinê heta bi peywir û xebata wê ya li dij Tevgera Wehabî ku seba vê yekê meqamekî wê di Siltanîya Osmanî de çê bû. Lêkolîn wisa diajo heta ku digihêje qonaxa “Neqişbendîtîya Cîhadî” di heyama mîsyonerîyê de li Anadol, Kurdistan û Ermenistanê. Herî dawîn jî heta bi qonaxa têkçûna leşkerî û jihevbelavbûna lêveger û şêxên Neqişbendîtîyê ve diçe.
Ev lêkolîn xwe dispêre çavkanîyên giştî yên der heqê dîroka sîyasî ya Kurdan de. Ji hêla metodolojîk ve, xwe dispêre azîneya wesifdana dahûrîner da ku dane û zanyarîyên nû bi dest bixe.
Di pêşgotinê de, Hisên Cimo dîyar dike wekî ew tûşî gelek kelem û astengîyan hatiye, ew jî ji ber tunebûna lêvegerên berfireh ên li ser Neqişbendîtîya Kurdistanî û rola wê ya neteweperwer an rola wê ya li dijî neteweperwerîya Kurdî bû.
Weşanên Lîsê dîroka sîyasî ya Neqişbendîtîya Kurdistanî bi şiroveyeke cuda, bi pênûsa lêkoler Hisên Cimo û wergera Ebdulah Şêxo û Ferîd Xelîl raberî xwînerên Kurdî dike.

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 320,00 | 320,00 |