SERKAN BIRÛSK

Li Serê Kanîya (Çalê) Omerîyan hatiye dinyayê. Li Nisêbînê dest bi dibistana seretayî kiriye. Piştî lîseyê, wî li bajarê Îzmîrê dest bi xwendina li zanîngeha Mîmarîya Peyzajê kiriye. Lê ji ber sedemên sîyasî, piştî sinifa duyem dev ji dibistanê berdaye û derketiye derveyî welêt. Ew du salan li Almanyayê maye, di pişt re derbasî Swêdê bûye û hîn jî li wir dijî. Helbest û nivîsên wêjeyî yên Serkan Birûsk di gelek kovar û malperên înternetê de belav bûne. Birûsk her weha heta niha bi sedan fîlm û belgefîlm wergerandine Kurdî û ew bi dengê xwe di televîzyonên Kurdî de dublaj kirine.

Berhemên wî:
Evîna Bêcirekî, roman, Weşanên Lîsê. Amed, 2015.

Wergerên Wî:
Kulîlkvedana Gezgezkê, Harry Martinson, roman, Weşanên Lîsê. Amed, 2009.
Gureqûm, Åsa Lind, wêjeya zarokan, Weşanên Lîsê, Amed, 2009.
Şahînşahê Portekîzê, Selma Lagerläf, roman, Weşanên Lîsê, Amed, 2009.

SERKAN BIRÛSK - Yazarın Kitapları

Kapat