Mela Ehmedê Cizîrî di sala 1568‘an de li bajarê Cizîrê hatiye dinê û kurê Şêx Mihemedê Cizîrî ye. Destpêkê li ba bavê xwe perwerde bûye û paşê li medreseyên Cizîr, Dîyarbekir, Hekarî û Îmadîyê ders wergirtiye. Piştî ku destûrnameya xwe ji Mela Taha standiye, bi dorê li gundê Sirba û li bajarê Heskîfê melatî kiriye. Mela Ehmedê Cizîrî li dorhêla mîrnişîna Botan bi zanabûna xwe deng daye û mîrê Botan ew wekî dersdar û berpirsîyarê Medreseya Sor a li bajarê Cizîrê peywirdar kiriye. Cizîrî di temenê xwe yê 75 salîyê de wefat kiriye û li kumbeta kêleka Medreseya Sor hatiye veşartin. Cizîrî di zanist û hunera wêjeyî de kesayetekî zana û pêşketî bû ku ev yek di helbestên wî de jî xuya dibe. Îro tekane berhema wî ya li ber dest Dîwana wî ye ku ji mînakên helbesta klasîk ya bi cureyên mîna xezel, qesîde, rûbaî, bend û yên din pêk tê. Dîwana Cizîrî ji hêla wêjeyî ve di asteke bilind de ye û bi taybetîyên xwe yên şiklî, bi zengînîya naveroka xwe, bi destxet, çapkirin, werger û şerhên li ser hatiye kirin berhemeke sereke ya wêjeya Kurdî ya klasîk e. Dîwana Cizîrî bûye berhemeke rênîşander û qaydeçêker ji bo helbestvanên Kurd û gelek helbestvanan ji bo helbestên nav dîwanê nezîre û texmîs nivîsîne.

Lîs / Melayê Cizîrî
Dîwan, helbest (2026)

MELAYÊ CIZÎRÎ - Yazarın Kitapları

1
Kapat