KLÊOPATRA TÜKENDİ

Stok Kodu:
9789756179383
Boyut:
13x19.5 cm
Sayfa Sayısı:
80
Basım Yeri:
Barış Matbaa-Mücellit İstanbul
Baskı:
1
Basım Tarihi:
Mayıs, 2007
Kapak Türü:
Karton Kapak
Kağıt Türü:
Enso Creamy, 70 gr.
Dili:
Kurdî / Kürtçe
%25 indirimli
46,00
34,50
9789756179383
362292
KLÊOPATRA
KLÊOPATRA TÜKENDİ
34.50

“Hamo, jê re marekî reş ê dirêj peyda kiribû. Klêopatrê deverû xwe li erdê dirêj kir û mar berda ser xwe. Mar jî wek aşiqên wê di dora wê de geriya, canê wê yê tenik çend caran bihin kir, di bin berzika wê re xwişiya, li navtenga wê aliya û xwe gihand pora melîkê û jê daket bin erzîna wê; sîng û berê wê tev da, gerdena wê kire devê xwe; ew bedena narîn û nazenîn carekê, du caran li çermê xwe yê reş şidand.

Klêopatrê heta hingê xwe tev nedabû. Gava bi germiya devê mar hesiya bi carekê de xwe hilavêt. Bi vê tevdanê di bin melîkê de cih li mar teng bû. Mar bi gerdena melîkê pihêt girt û bi zengelora wê veda.

Klêopatreya ku di hembêza aşiqên rift û lewend de bi xwedî bûbû û kumên gelek camêran xistibû balgihê xwe, bi maçika marekî reş ê sik, bê xwedî û xudan mir.

Herçî Hamo û Sîdonye, kelaşên van her du xadimên sadiq û wefakar li ber cendekê xatûna xwe nobet digirtin. ”

Ji çîroka Klêopatreyê

Çîrokên Celadet yên tarîxî mirov di nav tarîxa rojhilat û rojava de derdixe rêwîtiyekê ku ji rûyê tarîxê yê bi xwîn wedetir rûyê wê yî nermik û hestiyar şanî me dide. Yek carna bi çîrokên Celadet mirov bi rêbuhartekî dadigere Misrê, Romayê an jî welatê Ûris. Carinan jî mirov sadiqî evînên dilê li çep û yê li rast dimîne û di navbera herdû dilan de vedikişe xewlaneyeke bixwîn. Tarîxa Evîn, esalet, rûmet, sedaqet, îxanet, fesadî, hêz, îqtidar û hemû têgehên mirovî di hîşê mirov î zarok de brûskan vedide. Yek carna jî bi kêmanî bi qasî Selahaddînê Eyyûbî rûmeta dijminê xwe dinase, carna jî bi qasî Celadet mixabiniya xwe tîne bo Selahaddînê Eyyûbî. Ji aliyeke din ve jî mirov bi çîrokên Celadet têdigihîje ku gelek caran ava dîrokê ji siyasetê zedetir bi hestên mirovane û bengên mirovan cîhoka xwe diguherîne û di cîhokeke din re diherike. Wekî ku Çînî dibêjin “divê mirov di kitekitan de li şeytên bigere”, Celadet jî şeytanê dîrokê di kitekitan de deşîfre kiriye di çîrokên xwe de. Lê dema ku mirov çîrokên Celadet yên dîrokî dixwîne dibêje heyf û xebînet ku Celadet çîrokên dîroka sergirtî ya Kurdan nenivîsandiye. Kesayeteke dîrokî wekî Celadet Bedirxan ku bi çêja vê vegotinê çîrokên dîroka Kurdan binivîsanda dê xezîneyeke bêhempa bo Kurdan biafiranda. Lê dîsa jî vegotin û hevoksaziya Celadet ya di van çîrokan de bo sûdwergirtina çîroknûsên nûjen yên wêjeya Kurdî çavkaniyeke gelekî girîng e. Ji loma çapkirina van çîrokan ligel klasîkên din yên Kurdî him ji bo zimanê Kurdî him jî ji bo pirtûkxaneya wêjeya Kurdî dê bibe stûneke qewîn.

Îrfan Amîda

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat