SIDQÎ HIRORÎ

Di sala 1956’an de li gundê Hirorê li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina destpêkê, navincî û amadeyî li bajarê Mûsilê temam kiriye. Ew di salên 1984 û 1985’an de endamê desteya nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana Îraqê û bêjerê wê bû. Rojnamevanî li zanîngeha Warşo li Polonyayê (1986 – 1992) xwend û master tê de wergirt. Ew ji sala 1992’yan ve li Stockholmê akincî ye. Wî bi navê Sidqî Ebdilqadir û Rastî Hirorî jî berhem weşandine. Berhemên wî yên çapbûyî ev in; Dîmenek Ji Çîroka Jîyana Min (çîrok, 1985), Momkeka Nevemirî (çîrok, 1986), Çend Hozanekên Nenavkirî (helbest, 1986), Qereç û Dilber (helbest, 1989), Kurê Zinarê Serbilind (roman, 1996), Evîn û Şewat (roman, 1998), Ez û Delal/Min Bi Tenê Nehêlin (roman, 2007), Ez û Delal/Li Ser Rêya Evînê (roman, 2017) û Serpêhatîyên Jîyana Min (nivîsîna Îsmet Şerîf Wanlî, Wergera ji erebî Sidqî Hirorî û Newzad Hirorî.)

Berhema Wî Ya Ku Li Weşanxaneya Lîsê Çap Bûye:

Xewn Jî Qedexe ne, kurteçîrok, 2023





SIDQÎ HIRORÎ - Yazarın Kitapları

Kapat