ÇEND RÛPEL JI DÎROKA GELÊ KURD CILD 1-2

Lêkolîner û dîroknasê Kurd Kemal Mezher, gelek milên veşartî û nenas ên dîroka gelê Kurd a ji mêj ve û heta piştî Şerê Cîhanê yê Duyem dinivîse. Mijarên pirtûkê yên celebceleb, ji rola Kurdan a di şaristanîtîyê de dest pê dike û digihêje beşdarîya Kurdên Başûrê Kurdistanê di Şoreşa Bîstan û Serîhildana Sala 1948'an a Iraqê de. Kemal Mezher agahîyine berfireh der barê gelê Kurd de dide. Berhemên rojhilatnasê Sovyetê Gordlevskî, Şerefname li ba Kurdnasên Sovyetê, Serîhildana Mezin a sala 1925'an a Bakurê Kurdistanê, behsa Kurdan a di Neteweyên Yekbûyî de, yekem çapxaneya Kurdî ya li Silêmanîyê, Şoreşa Şêx Mehmûdê Berzencî ya li dijî Îngilîzan, rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê li jêr sîya dagirkerîya Îngilistanê, Pirtûkxaneya Matenadaranê û gelek milên din ên dîroka me ya jibîrbûyî vedikole û dinirxîne. Der barê Serîhildana Şêx Seîd (1925) de, nivîskar nêrînên rojhilatnasên Sovyetê yên şaş ên lekekirî bi propagandaya Kemalîstên Tirkîyeyê radixe ber çavan û di behsa Rojnameya Kurdistanê de, ew gelek daneyên girîng û baldar ên der barê rojnameya yekem a Kurdî de pêşkêş dike. Lêkolîna ku ji çend gotarên curbicur pêk hatiye û nivîskarê wê xwe daye pala gelek çavkanîyên cihê yên akademîk û pêbawer, xwedî asteke bilind a zanistî ye ku divê em jê nemînin! Cilda Duyem jî ji Şerê Şueybîyeyê dest pê dike û mijarên dewlemend û dirêj heta Serîhildana Araratê pê de tê. Bi belge û delîl carinan henek û yarîyên mirov dikenînin, carinan trajedîyên mirov digirînin. Dîroka Kurdan bi awayekî mayînde dixe hişê xwîneran. Der barê çar parçeyên Kurdistanê de name, belge û berhem bi çavekî balkêş rêz dike, vedikole û dinirxîne. Di dawîya Cilda Duyem de beşekî girîng ji Dîroka Wêjeya Kurdî re jî veqetandiye û çêjeke cuda daye berhemê.
- AÇIKLAMA

Stok Kodu:9786059295345Boyut:13.5x21 cmSayfa Sayısı:670Basım Yeri:A Grafik Tasarım, DiyarbakırBaskı:1Basım Tarihi:Mayıs, 2016Çeviren:ZÎYA AVCIKapak Türü:Karton KapakKağıt Türü:Enso Creamy, 60 gr.Dili:Kurdî / Kürtçe
- Taksit Seçenekleri
- Axess KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim375,00375,002195,00390,003132,50397,50667,50405,00945,83412,50Finansbank KartlarıTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim375,00375,002195,00390,003132,50397,50667,50405,00945,83412,50Bonus KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim375,00375,002195,00390,003132,50397,50667,50405,00945,83412,50Paraf KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim375,00375,002195,00390,003132,50397,50667,50405,00945,83412,50Maximum KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim375,00375,002195,00390,003132,50397,50667,50405,00945,83412,50World KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim375,00375,002195,00390,003132,50397,50667,50405,00945,83412,50Diğer KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim375,00375,002--3--6--9--
- YORUMLAR
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.