Dr. ‘Ebdurrehman Qasimlo, di 22’yê Berfanbara sala 1930’yî de, di malbateke dewlemend û navdar de, li bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Wî xwendina xwe ya seretayî û navînî li Ûrmiyeyê kuta kir, pişt re, ji bo ku bi xwendina xwe berdewam be, çû Têhranê. Li ser helwesta kurdheziyê, wî çalakiyên xwe yên siyasî ji sala 1945’an û pê ve, dema ku hê di panzdeh saliya xwe de bû, bi damezirandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, li Ûrmiyeyê dan destpêkirin. Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mahabadê (1946) têk çû, Dr. ‘Ebdurrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nehînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fermî yê Hizbî Dîmoqratî Kurdistan. ‘Ebdurrehman Qasimlo di hejdeh saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû Frensayê. Piştî demekê, ji wir çû Çekoslovakyayê, piştî ku li Zankoya Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî-civakî de wergirt, di sala 1952’yan de, çaxa desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq, vegeriya Îranê û di xebata li dijî rejîma selteneta Şah Riza Pehlewî de beşdarî têkoşanê bû. Dr. Qasimlo piştî pênc salan careke din vegeriya Çekoslovakyayê û di sala 1962’yan de ji Zankoya Pragê doktoraya xwe ya di para aboriyê de wergirt. Dr. Qasimlo heta sala 1970’yî li Zankoya Pragê bi dayîna dersên aboriya kapîtalîst, aboriya sosyalîst û teoriya geşedana aboriyê bi mamostetiya xwe berdewam bû. Wî ji sala 1976’an heya 1978’an, di Para Ziman û Bajarvaniya Kurdan de, li Zankoya Sorbonneê, li Parîsê ders dan. Qasimlo, roja 13’ê Pûşpera sala 1989’an, dema ku berdevkên Komara Îslamî ya Îranê pê re muzakere dikirin, ji aliyê yek ji berdevken Komara Îslamî ya Îranê ve, tevî du hevalên xwe hat kuştin.

EBDURREHMAN QASIMLO - Yazarın Kitapları

Kapat