KEMAL MEZHER EHMED

Dîroknûs, lêkolîner û kovarger. Di sala 1937’an de li bajarê Silêmanîyê hatiye dinyayê. Kemal Mezher Ehmed, lêkolînên girîng li ser dîroka Kurdan û Cîranên Kurdan kiriye û di nav dîroknûsên Kurd de yê herî pir tê naskirin e. Tenê ne dîroknûsî, her wisa nirxandinên wî yên dı der barê pirsgirêkên herêmê de jî girîng in. Berhemên wî bi Kurdî, Erebî û Rûsî derçûne. Kemal Mezher Ehmed ji Zankoya Bexda Beşa Dîrokê mezûn bûye. Bi teza xwe ya balkêş a bi navê “Tevgera Azadîya Netewî Li Kurdistana Iraqê Di Navbera Salên 1918 û 1932’an De” bal kişandiye ser xwe. Bawernameya xwe ya doktorayê bi teza xwe ya “Tevgera Azadiya Netewî Li Kurdistana Iraqê Di Navbera Salên 1918 û 1958’an De” ji Akademîya Zanistî ya Sovyetê standiye. Li Zankoya Bexda Fakulteya Edebîyatê Beşa Dîroka Modern ji sala 1970’an û pê ve mamostetî kir. Di avakirina Korî Zanyarî Kurdî de barekî girîng hilgirt.

Berhemên Wî:

Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild I-II, Dîrok, Weşanên Lîs, 2016

 

KEMAL MEZHER EHMED - Yazarın Kitapları

Kapat