ALAIN-G. GAGNON

Profesorê Zanistên Sîyasî ye li zanîngeha Québec li Montrealê û serekê Kursîya Kanadayê bo Lêkolînên Kanada û Quebecê ye. Her wiha rêveberê Navenda Lêkolînên Navdîsîplînî li ser Cihêrengîya li Quebecê ye û yek ji rêxerên Koma Xebatê li ser Civakên Pirneteweyî ye. Bi kitêba xwe ya bi navê Au-delà de la nation unificatrice : plaidoyer pour le fédéralisme multinational [Wêdeyî neteweya yekker: Doza ji bo federalîya pirneteweyî], xelatên Joseph Maria Vilaseca i Marcet, ya ku Institut d’Estudis Autonomics ya hikûmeta Katalonyayê dide, û Marcel-Vincent, ya ku Association Franchophone pour le Savoir dide, wergirtin. Sala 2008’an, xelata bilind ya Civata Quebecî ya Zanistên Sîyasî wergirt û bo endamîya Civata Bilind a Kanadayê hate hilbijartin. Sala 2010’an, Kursîya Ekselansîyê ya Stander li zanîngeha Carlos III ya Madridê bi dest xist. Heman salê, ji ber rola wî ya serkêş di warê zanistên sîyasî de, xelata xwedan prestîj a Trudeau wergirt ku Weqfa Pierre-Elliott-Trdueau dide.

ALAIN-G. GAGNON - Yazarın Kitapları

Kapat