Û Çiya Jî Dinalin, pirtûka kurteçîrokan a Omer Dewran a yekem e. Pirtûka ku ji yazdeh kurteçîrokên cihêreng û balkêş pêk tê, me dibe atmosfereke Kurdewar û dêrîn ku gîyanê çîrokbêjîya civatên Kurdan zindî dike.
Di çîroka sereke ya bi navê Û Çiya Jî Dinalin de, nivîskar çîrokeke gelêrî ji kakilê Kurdîya rewan û herikbar raberî xwendevanan dike. Çîrok ku li ser meseleya namûsê disekine, bi awayê vegotina çîrokbêjîya şevbihêran hatiye ristin û di qalibekî xweşkok de hatiye rokirin. Ev yeka han herikbarîyeke bêsînor dide vegotinê, ji ber ku çîrok têrtijî ye bi dirûvpêxistin, wesifdan, biwêj û metelokên Kurmancîyê.
Di Û Çîya Jî Dinalin de, Omer Dewran zimanekî folklorîk û biwêjî yê pir hestyar bi kar anîye ku xwîner rasterast dibe heyranê vegotinê ku nikare zûbizû pirtûkê ji nava destên xwe deyne.

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 161,00 | 161,00 |