SIWARÊN REŞ JI PIŞTA BEHRAN HATIN

Stok Kodu:
9786054497003
Boyut:
13x19.5 cm
Sayfa Sayısı:
144
Basım Yeri:
A Grafik Tasarım, Diyarbakır
Baskı:
1
Basım Tarihi:
Kasım, 2014
Kapak Türü:
Karton Kapak
Kağıt Türü:
Enso Creamy, 70 gr.
Dili:
Kurdî / Kürtçe
%25 indirimli
128,00
96,00
Taksitli fiyat: 9 x 11,73
Temin süresi 2 gündür.
9786054497003
362372
SIWARÊN REŞ JI PIŞTA BEHRAN HATIN
SIWARÊN REŞ JI PIŞTA BEHRAN HATIN
96.00

Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004'an û vir ve ye li Amedê di warên berhemên telîf û wergerê de bi karên xwe yên berfireh ên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, piştî wergera çendîn berhemên nivîskar û helbestkarên cîhanê yên wek William Shakespeare, William Blake, Emily Dickinson, R. L. Stevenson, Charles Lamb, William Faulkner, John Steinbeck, Franz Kafka, Stefan Zweig, Marguerite Duras, James Joyce, Gabriel Garcia Marquez, William Saroyan, Juan Rulfo, J. M. Coetzee, Yaşar Kemal, Harry Martinson, Selma Lagerlöf, Mikael Niemi, Äsa Lind, Sema Kaygusuz, Jaklin Çelik, Leylâ Erbil, Müge İplikçi, Murathan Mungan, A. Hicri İzgören, Ahmet Telli, Şükrü Erbaş, Mehmet Çetin, Mustafa Köz, Hasan Bildirici û Selîm Berekat, vê carê bi wergera Kawa Nemir, di berhevoka bi navê Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin de, 107 helbestên Stephen Craneê nivîskar, helbestkar û rojnamevanê Emerîkan weşandin.

Wêjeya Emerîkan wêjeyek e, ya ku di her qonaxeke demê de bûye xwedana hêz û şîyanê û gelek helbestkar û nivîskarên wek Walt Whitman, Henry Wadsworth Longfellow, Ralph Waldo Emerson, Emily Dickinson, Edgar Allan Poe, Nathaniel Hawthorne, Herman Melville, Henry James, William Faulkner, Ezra Pound, Ernest Hemingway, Amy Lowell, Robert Lowell, Sylvia Plath, Marianne Moore, Sherwood Anderson, H. D. (Hilda Doolittle), Elizabeth Bishop, Lawrence Ferlinghetti, Allen Ginsberg, Jack Kerouac, Vachel Lindsay, Sara Teasdale, Anne Sexton, Hart Crane, William Carlos Williams, Wallace Stevens, Carl Sandburg, Robert Frost, Langston Hughes, Charles Bukowski, Stanley Kunitz, Billy Collins û gelek navên ku hê jî sax in dîyarî mîrateya cîhanê ya hevbeş kirine.

Stephen Craneê (1871-1900) nivîskar, rojnamevan û helbestkarê Emerîkan, her çi qasî helbestkarîya wî her tim li ber sîya romannûsîya wî maye (bi taybetî romana wî ya bi navê The Red Badge of Courage (Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî) ya ku yek ji wan mezintirîn deqan e, ku şer û derûna kesên ku tevî şer dibin dibêjin), lê xweş tê zanîn, Stephen Crane helbestkarekî wisa ye ku risteyên wî kurt û puxteyî, xwezayî, xurt, îronîk û ne hestyar in. Ev nivîskar û helbestkarê gewre di 1'ê Sermaweza 1871'ê de li Newarka parêzgeha New Jerseyê ji dayîk bûye û hê di temenekî biçûk de bi nivîsînê re nasyar bûye.

Di salên 1890'î de nivîskarên nûhatî hewil dan ku tixûbên xaka Realîzmê firehtir bikin bi Împresyonîzmê, Sîmbolîzmê û carinan jî bi nêzîktêdayînên Romantîzma Nû. Demeke zêde di ser re derbas nebû, Stephen Crane di wî temenê xwe yê xort de bû karîgertirîn û mezintirînê van pêşengên ku doza nûxwazîyê dikirin û tê heye ku peyam û raspêrîya Walt Whitmanê mezin wergirtibûn û ew yek bi cî dianîn. Hê di bîst salîya xwe de yekem pêşnumaya romana xwe ya pêşîn, Maggie: A Girl of the Streets (Maggie: Keçeke Kuçelanî) nivîsî.

Romana wî ya duyem a bi navê The Red Badge of Courage (Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî), tevî ku derketina wê çend caran hat texîrkirin, dawîya dawî dema ku roman derçû, dengekî mezin veda. Guhertoyeke romanê di rojnameya Philadelphia Pressê de û bi sedan rojnameyên din de di sala 1894'an de hat tefrîqekirin. Lê mezintirîn serfirazîya romanê ew bû ku piştî van tefrîqeyan bi salekê li Brîtanyayê wekî pirtûk hat çapkirin, roman û Crane, ew her du li welatê pirtûkan, li Brîtanyayê gelekî navdar bûn.

Zimanê yekem dîwana Crane a bi navê The Black Riders (Siwarên Reş) zimanê rojnamevanîya wî ye, ji ber ku, li gorî helsengandinekê, hevpeyvînên wî ji sêrî de helbestî bûne. Helbestkarîya Stephen Crane bi wateya xwe ya helbestkarbûnê şer û di deqsazîya xwe de nêzîkî ezmûna wan helbestkarên şer e, yên ku di nava wan de, di sêrî de Wilfred Owen, Edward Thomas, Alun Lewis, Siegfried Sassoon, Isacc Rosenberg, Christopher Caudwell û çendekên din in. Ji van navan pirranîya wan jîyana xwe li qadên şer ji dest dane, lê cîyawazîya Stephen Crane ji wan ew e ku ew di qada şer de birîndar nebûye, neçûye şer, yan jî jîyana xwe li wan deran ji dest nedaye, bi tenê wekî rojnamevan di qadên şer de nûçegihanî kirîye. Bes digel van yekan, wî baştirîn romana li ser şer û helbestine kurt û seyr li ser bûyera şer nivîsîne. Crane bi rêya hemû cure berhemên xwe û bi helbesta xwe ve nîşan dide bê ka şer tiştekî çawa ye û mirov çawa ji mirovbûnê derdixe, dixe dilqekî din, mirov çawa her li kar e ‘dehbetî'ya xwe li ser cisnê xwe bisepîne.

Zimanê helbestî yê Crane bo xwîneran di destpêkê de zimanekî ew qasî xapînok e ku xwîner lê ye bibêje, jê hêsantir çi ye, ez jî dikarim wiha bibêjim, lê gava ku jêra deqên helbesta wî dixwîne, şerê Crane ê pakîyê bi nepakîyê re, ango Xwedayê ku bi hemû taybetîyên mirovane ve gelek caran derdikeve holê, hewildana Şeytên a xwesepandinê li ser birêvebirina çerxa cîhanê, gîyanên ku li jêr êş û azarên li ser rûyê cîhanê ne, xuyabûnên wan ên belengazîyê, nalebarîya mafdarî û nemafdarîyê, kêşe û girîftên bawermendîyê, giş û gelek tiştên din ên peywendîdarî kûrayîya jîyana rojane dibîne, hêdî hêdî bi ser wan vedibe.

Pirtûka wî ya helbestan a duyem, War Is Kind (Diltenik e Şer), di 1899'an de hat weşandin. Craneê ku di wan çaxan de li ber mirinê bû, bi jana zirav ketibû, deyndar bû, di havîna sala 1900'î de li Almanyayê, li bajarê Badenweilerê, di 29 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da. Wî bi dirêjîya temenê xwe çend romanên bedew, gelek kurteçîrokên bêhevta û helbestên kûr afirandin, ku reng e bê gotin, bi wan ve bûye pêşengê nivîskarên gewre yên wek William Faulkner û Ernest Hemingway. Ewê ku gotîye:

Li Beyabanê

Li beyabanê,

Min afirîdeyekî tazî û hov dît,

Mexel hatibû li cîyê xwe,

Di destên wî de, dilê wî,

Ketibû ser, dixwar.

Min got: “Çawa ye, hevalo?”

“Tehl e, tehl e,” bersivand wî;

“Lê ez jê hez dikim,

Ji ber ku tehl e

Û ji ber ku dilê min e.”

Axess Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 96,00    96,00   
2 49,92    99,84   
3 33,92    101,76   
6 17,28    103,68   
9 11,73    105,60   
Finansbank Kartları
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 96,00    96,00   
2 49,92    99,84   
3 33,92    101,76   
6 17,28    103,68   
9 11,73    105,60   
Bonus Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 96,00    96,00   
2 49,92    99,84   
3 33,92    101,76   
6 17,28    103,68   
9 11,73    105,60   
Paraf Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 96,00    96,00   
2 49,92    99,84   
3 33,92    101,76   
6 17,28    103,68   
9 11,73    105,60   
Maximum Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 96,00    96,00   
2 49,92    99,84   
3 33,92    101,76   
6 17,28    103,68   
9 11,73    105,60   
World Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 96,00    96,00   
2 49,92    99,84   
3 33,92    101,76   
6 17,28    103,68   
9 11,73    105,60   
Diğer Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 96,00    96,00   
2 -    -   
3 -    -   
6 -    -   
9 -    -   
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat