STEPHEN CRANE

Nivîskar, rojnamevan û helbestkarê Emerîkan. Di 1’ê Sermaweza 1871’ê de li Newarka parêzgeha New Jerseyê ji dayîk bûye. Di zarokatîya xwe de yekî jar bû, zû nexweş diket. Sala 1880’yî, li ser mirina bavê wî yê keşe, dêya wî mal bar kire Asbury Parka New Jerseyê. Stephen hê di temenekî biçûk de bi nivîsînê re nasyar bû; dêya wî li ser babetên ayînî dinivîsî û li Yekîtîya Jinên Xirîstîyan a Nefsparêzîyê ders dida û birayê wî Townley ji rojnameyekê re karê nûçegihanîyê dikir.

Crane di sala 1888’an de xwe li dibistana leşkerî da nivîsîn, lê xwendin zêde ne li ser guhê wî bû, di meşqa leşkerî û lîstika beyzbolê de di ser re kêm kes hebûn. Bêyî ku gera derçûnê bibîne, li Lafayette Collegeê dest bi xwendinê kir, paşê jî çû Zankoya Syracuseê. Hê di bîst salîya xwe de yekem pêşnumaya romana xwe ya pêşîn, Maggie: A Girl of the Streets (Maggie: Keçeke Kuçelanî) nivîsî. Paşê bi birayê xwe re di rojnameya New York Tribuneê de wekî nûçegihan dest bi xebatê kir, di ber re jî beşdarî konferansên Hamlin Garland ên li ser nivîskarên Realîst bû. Bextê Crane çê bû ku Hamlin Garland nas kir, ji ber ku Garland yekî otorîte bû, bala wî her li ser nivîskarên xort û ciwan bû. Garland destnivîsên Crane xwendin û di xwendinê de rê li ber wî xist.      

Crane sala 1892’yan li şaroçkeya Sullivanê ya bi ser New Yorkê ve, li ba birayê xwe yê parêzer derbas kir. Pênc skêçên wî yên bi navê Skêçên Şaroçkeya Sullivanê weşîyan, ev jî cara pêşîn bû berhemeke wî di weşanekê de hat çapkirin. Crane gelek caran diçû New York Cityê, rêya xwe bi ser Boweryyê dixist ji bo ku ji berhemên xwe re kereseyan berhev bike. Dema ku vegerîya Asbury Parkê, ji karê xwe yê di Tribuneê de tevî birayê xwe hat qewirandin. Crane dîsa bê pere ma û her wiha wê salê du serborîyên wî yên evînî jî qedîyan.   

Crane di payîza 1892’yan de li New York Cityê akincî bû. Bi biharê re guhertoya duyem a Maggieyê kuta kir. Wî romana xwe bi pereyê xwe da çapkirin, li şûna navê xwe navê Johnston Smith bi kar anî. Çu kes bi romanê nehesîya, ji bilî du nusxeyan, kesî pirtûk nekirrî. Lêbelê Garlandê otorîte tim li pişta wî bû.          

Bi havîna 1893’yan re Crane êdî gelekî nêzîkî nivîsîna romaneke li ser Şerê Navxweyî bûbû; êdî hema çi bigire kereseyên wî amade bûn. Ji bo nivîsîna romana xwe dest bi lêkolan û lêgeranan kir. Encama vê qonaxa wî ew romana wî ya navdar bû: The Red Badge of Courage (Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî) Tevî ku derketina romanê çend caran hat texîrkirin, dawîya dawî dema ku roman derçû, romanê dengekî mezin veda. Guhertoyeke romanê ya kurtkirî di rojnameya Philadelphia Pressê de û bi sedan rojnameyên din de di sala 1894’an de hat tefrîqekirin. Lê mezintirîn serfirazîya romanê ew bû ku piştî van tefrîqeyan bi salekê li Brîtanyayê wekî pirtûk hat çapkirin, roman û Crane gelekî populer bûn. Guhertoyeke Maggieyê li gel romaneke wî ya bi navê George’s Mother (Dêya George) di sala 1896’an de wekî pirtûk hatin çapkirin. Sendîkaya ku çapa tefrîqeyê ya Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî bi rêk xistibû Crane şande deverên Rojava û Meksîkayê da ku çi bala wî bikişîne bila binivîse.

Kurtegera wî ya bo Rojava û Meksîkayê ji çendek bedewtirîn kurteçîrokên Crane re kereseyên mişt hestyarî pêk anîn. Piştî ku vegerîya New Yorkê, li ser bertîlxwarî û gendelîyên hêzên polês ên bajêr bendên rexneyî ji bo rojnameyê nivîsî û çap kir. Polês bajarê New Yorkê li Crane teng kir, ew jî bi rê ket çû Kûbayê, ji bo ku nûçegihanîya raperîna li wir bike. Li ser rêya xwe rê bi ser Jacksonvilleê xist, li wir Cora Stewart nas kir. Jinikê ji nişkê ve dev ji jîyana xwe ya li wir berda ji bo ku bibe jina Stephen Crane.    

Crane ji bo ku biçe Kûbayê li baporekê siwar bû. Bapor di roja pêşîn a gerê de noq bû. Crane ji vê bûyera ku qira gelek rêwîyan anî tevî kaptanê baporê û du kesên din filitî, vê bûyerê hişt ku Crane bedewtirîn kurteçîroka xwe ya bi navê The Open Boat (Lotkeya Servekirî) binivîse, ku ev çîrok yek ji baştirîn kurteçîrokên cîhanê ye hê jî. 

Crane ji hin rojnameyan re di şerê Yewnanan ê li hemberî Osmanîyan de nûçegihanî kir. Encama vê gera wî nûçegihanîyeke neserkeftî û romaneke xerab a bi navê Active Service (Xizmeta Çalak, 1899) bû. Corayê jî dabû pey wî, hatibû Yewnanistanê. Paşê her duyan berê xwe da Brîtanyayê, wî li wir nivîsîna novela xwe ya xurt a bi navê The Monster (Hût) û ew sê bedewtirîn kurteçîrokên xwe yên bi navên The Bride Comes to Yellow Sky (Bûk Tê Yellow Skyyê), Death and the Child (Mirin û Zarok) û The Blue Hotel (Hotêla Şîn) kuta kir.   

Wî bi saya serê Şerê Spanî-Emerîkan ê sala 1898’an careke din ji xwe re karek peyda kir. Crane nûçeyên bijarte ji New York Worldê re şandin. Hê li Brîtanyayê bû, dîwana wî ya duduyan, War Is Kind (Diltenik e Şer) di 1899’an de weşîya. Lê ji alîyekî din ve, Crane li ber mirinê bû, bi jana zirav ketibû, deyndar bû, bi wê tirsê fena dîn û haran nivîsî. Bihara sala 1900’î, Corayê ew hilda bire Almanyayê, Badenweilerê, Crane di 5’ê Pûşpera sala 1900’î de li wir di 29 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da. Çîrvanokên wî yên zarokatîyê yên ku çu carî ji bîra wî derneketibûn, Whilomville Stories (Çîrokên Whilomvilleê) û çîrokên Kûbayê yên li jêr navê Wounds in the Rain (Birînên Li Ber Baranê) piştî mirina wî bi salekê hatin weşandin. 

STEPHEN CRANE - Yazarın Kitapları

Kapat