SÎDAR JÎR

Di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê kuta kiriye, û li Zanîngeha Stenbolê Beşa Felsefeyê xwendiye. Di dema xwendekarîya xwe ya zanîngehê de fanzîna Kurdî ya bi navê Kulîlk derxist û edîtorîya fanzînê kir. Jîr, edîtorîya rojnameya Azadiya Welat, Kovara Kulîlka Ciwan, Kovara W'yê kir. Her wisa Sîdar Jîr edîtorîya kovarên zarokan ên bi navê Şemamok û Dergûş kir. Li Akademîya Cegerxwînê di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de demeke dirêj dersên çîrok û Dîroka Wêjeya Cîhanê da.

Berhemên wî:

Ariya Giyanên Stewr, çîrok, 2004, Bajar

Dozdeh Çirk, Çîrok, 2011, Lîs

Nasnameya Wêjeyê, Teorî, 2015, Lîs

Handa, Çîrok, 2017, Lîs

Şerm, Roman, 2021, Lîs 

 

Wergerên wî:

Bi Kurdî Hezkirinekê Bide Min, C. Ersoz, Çîrok, 2006, Lîs

Diyariya Sersalê, O Henry, Çîrok, 2013, Lîs

Mêrikê Lal, Sherwood Anderson, Çîrok, 2013, Lîs

Mishefa Reş & Bextê Reş, Amed Gökçen, Lêkolîn, 2014, İstanbul Bilgi Üniversitesi

SÎDAR JÎR - Yazarın Kitapları

Kapat