CIVÎNA PÊLAVAN

Di vê berhevoka çîrokan a “Rezoyê Osê” de, nivîskar bi awayekî sergirtî û nixumandî mijara “Serdestî û Bindestîyê” radixe ber çavan û bi zimanekî herikbar xwe bi hûrî û kûrî berdide meydana hişmendîya serdestîyê ya serkutker.
Di çîroka sereke ya bi navê “Civîna Pêlavan” de, pêlav li hev dicivin û kongreyekê li dar dixin ji bo wergirtina biryarekê di der barê têkilîyên bi lingan re. Li vir Bot, Sol, Şimik, Çarox, Potîn...hwd li hev dicivin û her yek ji wan boçûna xwe vedibêje. Gotina ewil didin Potînê. “Divê em bizanin, ku guh pêl in, çav nihêr in li benda civîna me ne.” Gotina bi şeml û meşhûr di serê vegotinê de bi rêya pêşgotina Potînê rave dibe; “Hin dixwazin ev civîn têk here, hin jî dixwazin serkeftî be. Em ji tevan re bi pozbilindî, bi serfirazî dibêjin, dijmin û zikreş bixwazin, nexwazin em hebûn, em hene û em ê bimînin…” Dordana Solê bi gotinên Potînê yên ku li xweşa Solê naçin dest pê dike. Devê Potînê li peyvên wê şima dike. Di ber wê re diavêje û xeberdanê tîne ser xwe. “Lê ez tim paqij im, bi qedir û qîmet im, a dif û payê me, a rojên kêfê me, delala dilan im, dilovana mala me, hevala nazelingan im” û li vir Sol û Potîn li hev gij dibin.
Ji xwendina çîroka sereke dîyar dibe ku çîrok, çîroka serdest û bindestan e. Loma rê û rêçika serdestan û polîtîkaya wan weha rave dibe: “Pê li wan bikin, serê wan bitewînin, pişta wan bişkênin… çiqas em guh bidin wan xwe nazik û delalî dikin û doza mafê guhdanê dikin.”
Berhema Rezoyê Osê, Civîna Pêlavan ne diqede ne jî diqedîne. Derîyê xwe li ser taqa piştê dihêle. Wekî ku dixwaze her tiştî bibêje lê tiştekî jî safî neke. Dawî li xwe bîne jî gotina xwe naqedîne. Her û her xwe di ser û hişê xwendekar de dihêle û didomîne.
- AÇIKLAMA

Stok Kodu:9786054497171Boyut:13x19.5 cmSayfa Sayısı:80Basım Yeri:Atalay Matbaacılık, AnkaraBaskı:1Basım Tarihi:Ekim, 2011Kapak Türü:Karton KapakKağıt Türü:Enso Creamy, 70 gr.Dili:Kurdî / Kürtçe
- Taksit Seçenekleri
- Axess KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim16,9016,9028,7917,5835,9717,9163,0418,2592,0718,59Finansbank KartlarıTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim16,9016,9028,7917,5835,9717,9163,0418,2592,0718,59Bonus KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim16,9016,9028,7917,5835,9717,9163,0418,2592,0718,59Paraf KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim16,9016,9028,7917,5835,9717,9163,0418,2592,0718,59Maximum KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim16,9016,9028,7917,5835,9717,9163,0418,2592,0718,59World KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim16,9016,9028,7917,5835,9717,9163,0418,2592,0718,59Diğer KartlarTaksit SayısıTaksit tutarıGenel ToplamTek Çekim16,9016,902--3--6--9--
- YORUMLAR
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.