REZOYÊ OSÊ

Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye. Roja 10.10.1950’yî li gundê Deksûrî (Cizîrê), parêzgeha Hesiça herêma Qamişlo hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî, li gundê Tenûrî (gundê sînordaşê Deksûrî) kuta kiriye, a navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistine. Bi navên; Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye (wilo jî di malperan de) ji wan: Stêr, Armanc, Dugir, Pirs, Metîn, Dengê Azadî û Zanîn. Sala 1970’yî de dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî, helbest  (kevneşop û nûjen) nivîsiye û şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk nivîsandine. Li deverên cuda kursên fêrbûna zimanê Kurdî vekiriye. Pênc pirtûkên(Dîk-Dîko, Libhinarê,  Bavê Hepûn, Şengê û Pengê, Finda Şemal) wî bi zimanên Kurdî û Erebî hatine çapkirin Çîrokên gelerî yên zarokan Mergenê, Pirtûka wî ya helbestan Kevoka Min, Bîranînên wî yên bê kêş û bend Xilmaşî, Pirtûka wî ya rexneya wêjeya Kurdî, Rexne li Rexnê û pirtûka wî ya gotar û nivîsan Tûjik ji bo çapê tên amadekirin. Weşanxaneya Lîsê ji çapkirina hemû kulîyata Rezoyê Osê xebatên xwe didomîne. Ronakbîr, nivîskar û lêkolînerê Kurd Rezoyê Osê di 4’ê adara 2010’an de li Qamişloyê çû ser dilovaniya Xwedê.

Berhema Wî:

Civîna Pêlavan, Çîrok, Lîs, Amed 2011

REZOYÊ OSÊ - Yazarın Kitapları

Kapat