DÎWAN

Stok Kodu:
9786256626348
Boyut:
13.5x21 cm
Sayfa Sayısı:
328
Basım Yeri:
Bizim Büro Matbaacılık, Ankara
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2026
Kapak Türü:
Karton Kapak
Kağıt Türü:
Enso Creamy, 70 gr.
Dili:
Kurdî / Kürtçe
%30 indirimli
415,00
290,50
Taksitli fiyat: 1 x 290,50
Temin süresi 2 gündür.
9786256626348
384334
DÎWAN
DÎWAN
290.5

Wefayî, Mîrza Ebdulrehîmê Sablaxî, yek ji helbestvanên wêjeya klasîk a Kurdî ye. Ew wekî nûnerê rêbaza Nalî ya helbestê yê li devera Mukrîyan tê qebûlkirin. Di helbestvanîya Wefayî de bandora Nalî û Melayê Cizîrî û heta radeyekê jî ya Feqîyê Teyran dîyar e. Helbestên Wefayî bi dilsozî û taybetîyên xwe yên hestnazik tên naskirin. Ew gelek hêsan û sade ne ji bo jiberkirinê, ji lew re jî helbestên wî ji hêla gelek hunermendên Kurd ve hatine xwendin û strandin. Helbestên wî di xaneqa, medrese û hucreyên Kurdistanê de li ser zimanê telebe û feqeyan bûn, bi taybetî li Xaneqaya Nehrê û li Medreseya Sor a Mehabadê. Dîwana Wefayî ya ku bi destê lêkolîner Fener Rojbeyanî ve hatiye amadekirin zêdetir ji xezel û qesîdeyan pêk tê. Ew qesîde û xezelên di nav dîwanê de nimûneyên hêja yên pêncînî û pêncxiştikan in. Wefayî di helbestên xwe de pişta xwe daye birgeyên xwemalî yên Kurdî û bi sîstema birgeyan ezmûna xwe ya wêjeyî xurt, dewlemend û rengîn kiriye. Fener Rojbeyanî di vê berhemê de cih dide jînenîgarîya Wefayî, jîyana wî bi ser sê qonaxan ve dabeş dike û agahîyên bi hûrgilî pêşkêşî xwîneran dike.

Tüm Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 290,50    290,50   
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat