Fener Rojbeyanî bi eslê xwe ji Efrînê ye û di sala1965’an de li bajarê Helebê ji dayîk bûye. Dibistanên seretayî û navîn li bajarê Helebê xwendiye û di navbera salên 1987 û 1991’ê de li Zanîngeha Helebê di beşa Hiqûq û Mafnasîyê de perwerdehî dîtiye. Ji ber çalakîyên edebî û karê xwe yê rojnamevanîyê di sala 1993’yan de li Rojava hatiye binçavkirin û bi qasî 6 mehan di zîndanên dewleta Sûrîyê da maye. Di navbera salên 1991 û 2001’ê de li Rojava nivîskar, rojnamenivîs û nûnerê rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadîya Welat bû. Ji sala 1996’an û bi wir de li Almanyayê dijî. Li Welat û derveyî Welat gelek gotar û lêkolînên edebî û rexneyî di kovar û rojnamayên Kurdî de belav kirine. Destpêka jîyana wî ya edebî û rewşenbîrî li ser pexşana Edebîyata Kurdî (Roman û Çîrok) bû, lê piştî 2003’yan berê xwe daye Edebîyata Kurdî ya Klasîk û bi giranî li ser destnivîsên Kurdî yên Şairên Kurd ên klasîk dixebite. Wekî twêjer û vekoler bi zaravayên Kurmancî û Soranî çalakîyên xwe yên edebî dimeşîne. Li Bakur û Başûr bi gotarên lêkolînî û berawirdî li ser Şairên Kurd ên Klasîk beşdarî gelek sempozyûm û konferansan bûye. Çend berhemên wî ên çapbûyî: Perîyên Wêjeyê: Edebîyata Jinên Kurdên Rojava (2020), Morîkên Gerdana Kurmancî (2023), Dîwana Şêx Ehmedê Kor (bi tîpên Aramî. 2025), Dîwana Melayê Cizîrî (bi tîpên Aramî, 2025)
Lîs / Fener Rojbeyanî
Dîwan, Wefayî, vekolîn û berhevkarî (2026)
Dîwan, Melayê Cizîrî, vekolîn û berhevkarî (2026)