Sepetim (0) Toplam: 0,00
%25
MASÎYÊ REŞ Î BIÇÛK SEMED BEHRENGÎ

MASÎYÊ REŞ Î BIÇÛK

Liste Fiyatı : 45,00
İndirimli Fiyat : 33,75
Kazancınız : 11,25
9786054497812
362427
MASÎYÊ REŞ Î BIÇÛK
MASÎYÊ REŞ Î BIÇÛK
33.75

Masiyê reş î biçûk, pirtûkeke zarokan e ku ji alê nivîskarê Îranî Semed Behrengî ve hatiye nivisandin. Çîrok wekî ji sernavê wê jî diyar e qala masiyekî dike ku ligel diya xwe di rûbarekî de dijî lê rojekî ji bo dawiya rûbarê û li dinyayê çi heye çi tuneye bibîne terka dayik û jîngeha xwe dike. Masiyê reş î biçûk hê gava ya di dilê wî de ye eşkere dike tûşî êrîşên masiyên din ên li hawirdor tê. Ji ber ku ji yên din cuda ye û şik û gumanên xwe ji bo bîr û baweriyên wan ên bêbingeh tîne ziman.

Bi wî awayî masiyê reş dest bi rêwîtiyekî dike ku mijara hemû pirtûkê ye û li ser vê rêya xwe laqayî gelek hebûn, rawir, û bûyeran tê: Têjikên beqan, ku ji wan tirê dinya tenê ew gol e ku tê de dijîn, henekên xwe masîyê reş dikin çima ku dibêje dinya ji wê golê gelek mezintir e, kêvjala ku nêçîra beqan dike û dixwaze masiyê reş jî bixapîne, gumgumoka alîkar ku xencereke ji giyayê çêkirî dide masiyê biçûk, hin teyrên dirinde û tirsnak ku nêçîra masiyan dikin û hwd. Çawa ku masîyê biçûk rêwîtiya xwe didomîne rûbara ku tê de ye mezin û fireh dibe û dibe çem, ew çem jî digihe deryayê.

Her ku ji mala xwe dûr dibe talûkeyên dinayayê jî zêde dibin û dibe nêçîra gelek lawiran lê ew dev ji rêwîtiya xwe bernade.

Ji alê gelekan ve ev pirtûk weka alegorîyeke sîyasî tê nirxandin û beriya şoreşa Îranê ya di sala 1979'an de ji alê şah ve hatibû qedexe kirin. Masiyê reş î biçûk ew kesan sembolîze dike ku çiqas xeternak be jî ji ya xwe nayên xwarê û didin pey xewn û xeyalên xwe. Li hemberî wî masiyên din hene ku tiştê ji wan re tê gotin weka rastîyekî qebûl dikin û newêrin ji nav sînorên xwe derkevin. Gava keravî masiyê reş î biçûk û hinek masiyên din bi nikûlê xwe zevt dike soza azadiyê dide masiyên din eger ku ew masiyê reş î biçûk bikujin. Lê masiyê reş nîşanî wan dide ku nabe yek baweriya xwe bi soza sitemkarekî bîne, û rizgarî û azadî ancax bi hev re bin û li ba hev tê bikoşin pêkan e, ne ku êrîşî hev bikin. Masiyê reş î biçûk hem bi wêrekiya xwe hem jî bi hiş û aqilê xwe dibe mînak, hem ji bo masiyên din hem jî ji bo hemû xwandekarên pirtûkê, çi biçûk çi mezin bin.

Di dawiya pirtûkê de çawa ku masiyê reş î biçûk digihîje armanca xwe û heta deryayê jî dibîne, meriv jî tê wê encamê ku keys çiqas nexweş be jî hertim rêyek heye ji bo felatê, û yek bawer bike her xewn û xeyal pêkan e.

  • AÇIKLAMA
    • Masiyê reş î biçûk, pirtûkeke zarokan e ku ji alê nivîskarê Îranî Semed Behrengî ve hatiye nivisandin. Çîrok wekî ji sernavê wê jî diyar e qala masiyekî dike ku ligel diya xwe di rûbarekî de dijî lê rojekî ji bo dawiya rûbarê û li dinyayê çi heye çi tuneye bibîne terka dayik û jîngeha xwe dike. Masiyê reş î biçûk hê gava ya di dilê wî de ye eşkere dike tûşî êrîşên masiyên din ên li hawirdor tê. Ji ber ku ji yên din cuda ye û şik û gumanên xwe ji bo bîr û baweriyên wan ên bêbingeh tîne ziman.

      Bi wî awayî masiyê reş dest bi rêwîtiyekî dike ku mijara hemû pirtûkê ye û li ser vê rêya xwe laqayî gelek hebûn, rawir, û bûyeran tê: Têjikên beqan, ku ji wan tirê dinya tenê ew gol e ku tê de dijîn, henekên xwe masîyê reş dikin çima ku dibêje dinya ji wê golê gelek mezintir e, kêvjala ku nêçîra beqan dike û dixwaze masiyê reş jî bixapîne, gumgumoka alîkar ku xencereke ji giyayê çêkirî dide masiyê biçûk, hin teyrên dirinde û tirsnak ku nêçîra masiyan dikin û hwd. Çawa ku masîyê biçûk rêwîtiya xwe didomîne rûbara ku tê de ye mezin û fireh dibe û dibe çem, ew çem jî digihe deryayê.

      Her ku ji mala xwe dûr dibe talûkeyên dinayayê jî zêde dibin û dibe nêçîra gelek lawiran lê ew dev ji rêwîtiya xwe bernade.

      Ji alê gelekan ve ev pirtûk weka alegorîyeke sîyasî tê nirxandin û beriya şoreşa Îranê ya di sala 1979'an de ji alê şah ve hatibû qedexe kirin. Masiyê reş î biçûk ew kesan sembolîze dike ku çiqas xeternak be jî ji ya xwe nayên xwarê û didin pey xewn û xeyalên xwe. Li hemberî wî masiyên din hene ku tiştê ji wan re tê gotin weka rastîyekî qebûl dikin û newêrin ji nav sînorên xwe derkevin. Gava keravî masiyê reş î biçûk û hinek masiyên din bi nikûlê xwe zevt dike soza azadiyê dide masiyên din eger ku ew masiyê reş î biçûk bikujin. Lê masiyê reş nîşanî wan dide ku nabe yek baweriya xwe bi soza sitemkarekî bîne, û rizgarî û azadî ancax bi hev re bin û li ba hev tê bikoşin pêkan e, ne ku êrîşî hev bikin. Masiyê reş î biçûk hem bi wêrekiya xwe hem jî bi hiş û aqilê xwe dibe mînak, hem ji bo masiyên din hem jî ji bo hemû xwandekarên pirtûkê, çi biçûk çi mezin bin.

      Di dawiya pirtûkê de çawa ku masiyê reş î biçûk digihîje armanca xwe û heta deryayê jî dibîne, meriv jî tê wê encamê ku keys çiqas nexweş be jî hertim rêyek heye ji bo felatê, û yek bawer bike her xewn û xeyal pêkan e.

      Stok Kodu
      :
      9786054497812
      Boyut
      :
      13x19.50
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Çeviren
      :
      XALIS XERZAN
      Kapak Türü
      :
      Ciltsiz
      Dili
      :
      Kürtçe
  • YORUMLAR
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat