SEMED BEHRENGÎ

Di sala 1939’an de li Tebrîzê hatiye dinê. Nivîskarê ku bi eslê xwe Azerî ye, gelek çîrokên gelêrî ji nav gel kom kirine. Berhemên Behrengî, ji bo gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Berhemên ku navê nivîskar li cîhanê belav kiriye, çîrokên zarokan e. Behrengî, şêwazeke rênîşaner di çîrokên xwe de bi kar anîye. Bi nivîs û helwêsta xwe li dijî rêveberîya Îranê a wê demê, têkoşîyaye. Nivîskar çîrokên bi navê Telxûn, Bênav, Masîyê Reş î Biçûk, Xoxek û Hezar Xox, Kevokvanê Keçel û gelek berhemên din nivîsandine. Sala 1967’an cendekê Behrengî di çamê Arasê de hatiye dîtin. Her çi qas tê gotin di avê de fetisiye jî, kesî ji vê gotegotê bawer nekir.

SEMED BEHRENGÎ - Yazarın Kitapları

Kapat