Lolib, tevneke ji pîne û deziyên cilên pîrikên me hatiye ristin e. Lolib ji pîneyan rengo rengo ye. Lolib ji 24 pîneyan pêk hatiye. Her pîneyek ji gundekî ye, ji demekê ye. Her qeteke deziyê wê ji cilên pîrikeke zemanan hatiye vereşandin. Lolib bi vî deziyî hatiye ristin û bi pîneyên rengo rengo hatiye xemilandin.
Em di Xal û Xwarzê de fen û fûtên diziyê, di Gayê Qelp de tiraliya gê û xwediyê gê, di Dara Ziyaretê de evîna evîndarekî bêhêvî, di Bila Zilamekî Misilman Rabe de wêneyekî demê, di Şêx de îstîsmarkirina baweriya dîn, di Ahmedê Remo û Çawîşê Qereqolê de zext û zora leşkeran dibînin.
Lolib, bi şêweyeke nûjen çîrokên gelêrî ên dema dûr, serpêhatiyên kesan ên vê sedsalê û fablekê pêşî me dike. Nivîskar ev çîrok bi awayekî xwerû, bi zimanekî sibik rasterast venivîsandiye. Lolib, pirtûka nivîskar a yekemîn e.