CÎM Û GULPERÎ

Stok Kodu:
9789756179390
Boyut:
13x19.5 cm
Sayfa Sayısı:
80
Basım Yeri:
Barış Matbaa-Mücellit İstanbul
Baskı:
1
Basım Tarihi:
Mayıs, 2007
Kapak Türü:
Karton Kapak
Kağıt Türü:
Enso Creamy, 70 gr.
Dili:
Kurdî / Kürtçe
%25 indirimli
46,00
34,50
9789756179390
362309
CÎM Û GULPERÎ
CÎM Û GULPERÎ
34.50

Hayê her Kurdekî ji helbestbêjîya Seyda Cegerxwîn heye û jixwe ew her dem di esmanê wêjeya Kurdî wekî stêreke çirûsî dîyar e, lê kêm kes alîyê çîrokbêjîyane yê Seyda dizanin. Di vê berhevoka çîrokan a bi navê “Cîm û Gulperî”yê de, Cegerxwîn celebekî çîrokî yê cihêwaz li zimanê Kurdî bar dike û çîrokên xwe bi awayekî helbestî dinivîse ku çêjeke seyr dide xwîner û wî di nav gul û gulzarên zarşîrînîya Kurdîya rewanbêj de dibe geş û seyranê.

Di çîroka serke ya bi navê “Cîm û Gulperî”yê de, nivîskar bi rêya evîna “Cîm û Gulperî”yê hemû taybetmendîyên Kurdistanê li ber çavan radixe: Ji berberî û pozberî di navbera Kurdan de heta bi xizanî, koçberî, dab û nêrîtên paşverû, evîndarîya dotmam û pismaman, şervanî û xîretkêşîyê. Lê tiştê herî balkêş sembolîzekirina kesayetîyan e ku nivîskar vê taybetmendîyê bi zanatî û hûnandineke ecêb dixe nav gîyanê çîroka xwe ya xweşkok. Yanî xwîner ancax dereng pê bihise ku evîn ne evîna xortek û keçeke Kurd e, lê evîna keça herî bedew e; evîna Kurdistanê ye; evîna dayîk a ku hemû evînan di nav xwe de vedihewîne û wan li ser sînga xwe bi xwedî dike.

Bi vegotineke helbestî ya sembolîk, Seyda Cegerxwînê helbestkar gurzeke çîrokan a bêhempa pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî kiriye.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat