
Di sala 1852’yan de hatiye dinyayê. Seyda destpêka ilmê xwe li cem bavê xwe dixwîne û di mixtelif medreseyan de digere û tehsîla ilm dike. Pê re di sala 1891’ê de li ba Mela Fethullahê Xelîlzade li Sêrtê îcazeta xwe distîne. Û di sala 1909’an de dest bi miftîtîya Licê dike.
Di 11’ê Kanûna Paşîn a sala 1327’an a Rûmî(1911-12 m.) ye wefat kiriye. Mezelê wî di nav goristana begên Licêyî de ye.
Berhemên Wî:
Dîwana Hadî, helbest, amadekar: Tehsîn Îbrahîm Doskî-Latînîzekirin: M. Xalid Sadînî, Weşanxaneya Nûbiharê, Stenbol, 2012.
KÎTAB-u d-DUR-îl-E’LA fî ÎLM-ît-TECWÎD-î (Pirtûka Durên Herî Biqîmet Di Ilmê Tecwîdê De), tecwîd, Latînîzekirin: Mela Birhanê Tarînî, Weşanên Lîsê, Amed, 2015.