CEBAR CEBARÎ

Navê wî Cebar kurê Mihemed kurê Xidrekoste kurê Mîkaîl e, naverasta salên sedsala bîstan li gundekî devera Cebarî ji dayik bûye. Di nav
malbateke jar û feqîr de mezin dibe. Sala 1952’yan li Kerkûkê çûye dibistana seretayî û paşê sala 1966’an lîseya wêjeyî xilas dike. Sala 1968’an li Kerkûkê dibistana mamostetîyê qedandiye. Sala 1969’an li gundê Parepare ê girêdayî navçeya Dawidê dibe mamoste. Salên 1972-1973’yan li Bexdayê, li Fakulteya Qanûn û Siyasetê a Zanîngeha Mustensirîye tê qebûlkirin û her li wir jî wekî aktor beşdarî çend şano û dramayên Kurdî dibe, mîna dramaya “Hawrrê û Nîw”. Salên 1975-1976’an dîplamaya lîsansê bi dest dixe.

CEBAR CEBARÎ - Yazarın Kitapları

Kapat