KERÎM ŞAREZA

Navê wî Kerîm kurê Mistefaaxay kurê Hemeaxay Hewêzî ye. Sala 1928’an li taxa Hewaw a bajarê Koye ku wekî bajarê wêje û huner û xebata
Kurdîtîyê hatiye nasîn ji dayik bûye. Mexlesa helbestvanîya wî Şareza bûye û bi Kerîm Şareza hatiye gazîkirin. Ji malbateke rewşenbîr û hişyar perwerdeyî girtiye û birayê wî ê mezin Ehmed Dilzar jî helbestvan e. Sala 1935’an li dibistana seretayî a Koye dest bi xwendinê kiriye û sala 1946’an dibistana navendî temam kiriye. Sala 1946’an li Bexdayê, li beşa mamostayên dibistanê a Ezemye hatiye wergirtin û sala 1950’yî xwendina xwe bi dawî anîye. Sala 1950’yî li Koye bûye mamostayê dibistanê û dersên Erebî û Kurdî daye. Piştî 20 sal mamostayetî û 12 sal jî wekî rêveberê dibistanê, li ser daxwaza xwe, malnişîn dibe. Sibata sala 1970’yî tevî damezrandina Yekîtîya Nivîskarên Kurd bûye, bûye endamê wê yekîtîyê. Piştî
rêvebirî û endamtîya gelek komele û sazîyan 23’yê Gulana 2015’an di temenê 87 salî koça dawî kir û li qebristana Derwêş Xidir, li bajarê Koye hat definkirin.

Berhemên wî ên çapkirî:

Azadî û Jîyan, dîwanî şî’r- Bexda, 1960
Koye û Şa’îranî, bergî yekem, lêkolînên edebî, Bexda, 1961
Rêgey Dewr, dîwana helbestvanî, Necef,1971
Giftugoyekî Edebî, Bexda, 1973
Esîrî, Şairekî Şoreşgêr ê Piştî Qonaxa Hacî Qadirê Koyî, bi hevbeşî digel Cebar
Cebarî, Hewlêr, 1974
Pendî Pêşînan Le Şî’rî Kurdî Da, Bexda, 1976
Le Yadî Gêwî Mukiryanî, Hewlêr, 1982
Sêwey Hunermendî Kurd, lêkolîn, Bexda, 1982
Pendî Berwardkarî (gotinên pêşîyan ên berawirdikrî), lêkolîn, Bexda, 1982
Çepkêk Le Şî’rekanî Samî ‘Ewdal, Bexda, 1982
Nalî Zimanî Edebî Yekgirtûy Kurdî, lêkolîn, Bexda, 1984
Dîwanî Hacî Qadirî Koyî, Bexda, 1986
Nawdaranî Cîhan, bergî yekem, Silêmanî, 2007
Efsane Le Şî’rî Hawçerxî Kurdî Da, Hewlêr, 2007
Koye Le Rewtî Şaristanyet Da (berhema hevbeş), Hewlêr, 2009
Mela Es’edî Meqambêj Kurd, bi hevbeşî digel Husîn Hacî Qadir, Hewlêr, 2011

KERÎM ŞAREZA - Yazarın Kitapları

Kapat