BURHAN SÖNMEZ

Li Haymanayê ji dayîk bû. Xwendina xwe ya dibistana seretayî û ya navîn li Polatlıyê qedand. Piştî ku li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Dadê qedand,  çend salan parêzertî kir. Di rojname û kovarên curbicur de li ser çand û wêjeyê nivîsên wî weşîyane. Bi salan li Birîtanyayê ma.

Heta niha sê romanên Sönmez hatine weşandin: Kuzey (Bakur) (2009), Masumlar  (Hespên Reş Bayên Sorgevez) (2011), Stenbol Stenbol (Stenbol Stenbol) (2015).  Hespên Reş Bayên Sorgevez di 2011’an de perûya wêjeyê ya Sedat Simavi wergirt û di heman salê de perûya romana herî serkeftî ya İzmir St. Joseph wergirt.  Hespên Reş Bayên Sorgevez li Îngilîzî (Sins&Innocents), Îtalyanî (Gli Innocenti) û Sirpî  (Nevini) jî hatiye wergerandin.

Burhan Sönmez li Zanîngeha ODTÜ’yê li ser teorîya wêje û romanê dersan dide.

Berhema Wî:
Hespên Reş Bayên Sorgevez, roman, Weşanên Lîs, 2016 (Wergera Ji Tirkî: Xelîl Semed)

 

 

BURHAN SÖNMEZ - Yazarın Kitapları

Kapat