XAYLAZA REŞÎD

Helbestvana Kurd a navdar sala 1964’an li Ermenistanê, li gundê Pampê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navînî û amadeyî li Pampê û Erîvanê xwendiye. Di pê dibistanê re li Erîvanê Koleja Teknikî kuta kiriye. Piştî ku dizewice diçe Gurcistanê, li bajarê Tbîlîsê bi cî dibe. Li bajarê Tbîlîsê dersên Kurmancî daye zarokan. 20 salan di Yekîtîya Êzdîyên Gurcistanê de karê çandî û folklorê kiriye. Ji sala 2000’an de di rojnameyeke bi navê Kanîya Spî de rojnamevanîyê dike, li wir li ser edebîyat û ziman dinivîse. Xaylaza Reşîd ji bilî helbestvanîyê, pîyesan jî dinivîse. Pîyesên wê li ser gelek sehneyan hatine nîşandan.

Berhemên wê:

Kanîya Dilê Min, helbest, Weşanên Lîs, 2018

Xêlîya Spî, helbest, Weşanên Lîs, 2018

Hêlîna Xeyalan, helbest, Weşanên Lîs, 2018

 

XAYLAZA REŞÎD - Yazarın Kitapları

Kapat