WEZÎRÊ EŞO

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojna-mevan û wergêrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê 1’ê Mijdara sala 1934’an li paytexta Gurcistanê-Tiblîsê hatiye cîhanê. Xwendin û perwerdeya xwe a destpêkê di dibistanên gundê xwe û ên Tibilîsê de bi giranî bi zimanê Ermenî bi cî anîye. Sala 1958’an Fakûltêta Zanîngeha Yêrêvanê a Dîrokê xilas kiriye. Salên 1961-1963’an li Lenîngiradê (niha Petersbûrg) di beşa Kurdzanîyê de a Înstîtûta Rojhilatzanîyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994’an wekî redaktor, serrerastkir û kontrolkirekî çape-menîya Ermenîstanê ê sereke, her wisa jî wekî redaktor û

wergêrê beşa weşanên bi Kurdî a Radyoya Ermenîstanê li wî welatî; Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne. Ji sala 1995’an hetanî niha li Paytexta Bêlcîkayê; Bruselê dimîne û diafirîne. Gelek gotar û raporên wî ên bi taybetî li ser pirsên Kurdzanîyê û li ser Kurdzanan, li ser dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtîya Sovyetê û Ermenistanê bi şiklê lêkolînên zanyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenistanê, Rûsyayê, welatê Ewropayê û Herêma Kurdistanê a Federalde bi Kurdî, Ermenî, Rûsî û Almanî hatine çapkirin.

Wezîrê Eşo, gelek berhemên nivîskarên Ermenî ên klasîk û hemdem ên pexşanê bi giranî ên li ser jîyana Kurdî û qehremanên Kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên Kurd. Bi wergera wî her wisa jî kurteromana nivîskarê Rûs ê mezin Arkadî Gayîdar a bi sernavê Têmûr û Koma Wî hatiye wergerandin ser Kurdî û di beşa pirtûka fêran a Zimanê Kurdî de hatiye bicîkirin. Wezîrê Eşo, di radyoya Yêrêvanê de ew pir salan şêwirmendê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radyoyê de ên li ser bingeha berhemên nivîskarên Kurd û Ermenî çêkirî. Du şanoyên radyoyê jî li ser bingeha serhatîyên wî bi xwe ên bi sernavên Tîgran û Mehmûd û Koçekê Derewîn hatine amadekirin. Lê komedîya Wezîrê Eşo a bi sernavê Remo, Şemo, Temo û Lawik çend salan li ser dika Tîyatroya Elegezê a Kurdî a gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandan.

Berhemên wî ên sereke ev in; Mizgînî, Xebera Dosta, Dengbêj Kal Bûbû, Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî (werger), Pamp-Sîpan, Dosya Barzanî Di Sandoqa Stalîn a Polayî De, Parîyê Berdemayî, Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo, Zargotinzanê Kurd ê Mezin.

 

Lîs / Wezîrê Eşo

Sîber, roman, Lîs, 2016

Qirme, roman, Lîs, 2016

Îtibarî, novel, Lîs, 2016

Hosta Hovhannes, novel, Lîs, 2016

Tosinê Ûşan, roman, Lîs, 2016

Kilam û Pênûs, Lêkolîn, Lîs, 2018

 

WEZÎRÊ EŞO - Yazarın Kitapları

Kapat