SAMUEL TAYLOR COLERIDGE

Samuel Taylor COLERIDGE di sala 1772yan de li Devonshirea Îngilîstanê ji dayîk bûye. Piştî mirina bavê wî ya di deh salîya wî de, Coleridge dişînin Londonê ji bo ku perwerdehîyê bibîne. Ew salên tenêbûnê bandoreke mezin li ser jîyana wî dike. Di nozdeh salîya xwe de li Cambridgeyê dibe xwendekar û li wir çend salên mişt bi xwendinê derbas dike berî ku jîyana wî bi bengîtîya esrarê û hin faktorên din tevîhev bibe. Bengîtîya esrarê bandor li ser temamê jîyana wî dike ku ji ber vê sedemê nexweşîyên fîzîkî û derûnî jê kêm nebûn. Coleridge di sala 1795an de bi Sara Ficker re dizewice. Di heman salê de ew û William Wordsworth hev û din nas dikin. Berî têkilîya bi Wordsworth re, Coleridge li gor şêwazên edetî dinivîsî lê dostanîya bi wî re bandoreke erênî li ser helbesta wî çê dike. Di sala 1796an de yekem pirtûka wî ya helbestan Poems on Various Subjects çap dibe. Di sala 1798an de Coleridge û Wordsworth bi hev re koleksîyona navdar a bi navê Lyrical Ballads diweşînin û ew berhem jî şahkareke helbesta Romantîk a Îngilîzî ye. Coleridge ji hêla pisporên dîroka wêjeya Îngilîzî ve wekî kesayetekî deha lê ew qas jî yekî dûrî berpirsîyarîyên xwe tê pênasekirin, lewre jîyaneke wî ya eware hebû û piranîya karên xwe nîvco dihîşt. Dîsa jî şexsîyetên wekî W. Wordsworth, C. Lamb û T. Caryle pesnê dehaya wî û hunera wî ya bê hevta didin. Coleridge, li gel Wordsworth, yek ji pêşengên pêla Romantîzmê ye di wêjeya Îngilîzî de. Coleridge bi sê helbestên xwe Kubla Khan, Christabel û The Rime of the Ancient Mariner mohra xwe li helbesta Îngilîzî û helbesta Romantîk a cîhanê daye. S. T. Coleridge di sala 1834an de li Londonê mir.

SAMUEL TAYLOR COLERIDGE - Yazarın Kitapları

Kapat